"Min di rojekê da çil û sê caran avabûna rojê dît!" Û piştî kêlîyekê got:
"Dema dilê mirov teng dibe, mirov ji avabûna rojê hez dike..."
"Nexwe xuya ye, wê roja ku te çil û sê caran li avabûna rojê temaşe kiriye, dilê te pir teng bûye?"
Lê Mîrzayê Biçûk bersiv neda.