"...Pirtûk kêrê tu tiştî nayên. Pêdivîya mirov bi yekî heye, mirov dixwaze nêzî kesekî be. Weke ku binale domand; ger bêkes be, mirov dê aqil bavêje. Qet ne girîng e kî ye, tanê divê yek li ba mirov be. Ji min bawer bikin, ger mirov zêde tenê bimîne nexweş dikeve."