Xwe Şaş Nekî
Keziya te qevdeke agir e,
Her roj dirije nava jûra min a tarî.
Weha hest dikim,
Rojek dê bê... lehiya agirî rabe.
Bişirîna te keştiyek e,
Her roj riya xwe winda dike,
Weha hest dikim, rojêk dê bê
Li bendera dilê min raweste!
...
Abdulla Peşêw
MIRIN
Ewê ku dinyayê dihêle,
Siwar e û hesp dibezîne,
Zîn e cihê mirina wî;
Çildan û ketina wî
Çawa bû, her wisa dimîne
Li ba dost û dijminê wî
Mirin, madem tu her têyî,
Rojekî wisa were,
Ez bo ba te di rê de bim.
Rojekî wisa were,
Pêta min venemirîbe,
Serbilind û li piya bim!
Abdulla Peşêw
GENCÎNE
Hingî dinya dinya ye,
Ademîzad dînê cewher, zêr û zîvan e.
Ji bo wan binê deryayan û
Serê çiyan seh kirine.
Lê ez her sibehan
Gencîneyek peyda dikim,
Dema dibînim kezî û biskên te
Nîvê balîfê nuxaftiye.
Abdulla Peşêw
Qeyd avêtin her du piyê'm,
Kelepçe xistine destê'm,
Xencer danîn ser stûyê'm,
Ji min pirsîn,
Navê delala min çi ye.
Bêdeng sekinîm wek kevirê kerr,
Min kir hîrhîra kenînê û tiştek ne got!
Raz
Tu nerme şitilek î, cana canan,
Çawa dikarî
Qeyd bavêjî piyê volkan,
Lixav bikî devê ziryan?
Çawa bi kêliyekê
Jîna'm weha direngînî,
Bi bîstekê jî
Qeşaya tê de dikî sergovendkêş?
Çawa bi kêliyekê
Mîna agir min pêdixî,
Bi bîstekê jî tu min weha dikî xwelî?
Abdulla Peşêw
EZ HÎNÎ TE BÛME
Ez hînî te bûme:
Mîna xencerê - li kalanê xwe.
Qereçî - li agirdana xwe.
Mîna keçên gundî yên Kurdistanê -
Li kilçov û kildana xwe!
Eger rojekê li te hêrs bûm,
Eger rojekê min biryar da te bihêlim,
Dilteng mebe
Xem neke,
Dirêjtirîn riya hêrsa min
Li ber derî dawî lê tê!
Abdulla Peşêw
ŞADÎ
Şadiya dinyayê mîna rojê ye,
Carinan diyar e, carinan winda.
Dixwazim biçime asman,
Heta li wir bibime rêgir,
Şadiyekê bo te zeft kim,
Ne xem bigihîje keviyê wê,
Ne melisîn di ber re biçe...
Şadîyek be,
Li asîmanan - ya stêrkan,
Li ser erdê jî - her ya te be.
Abdulla Peşêw
Ji Bo Enternasyonalîstekî
Ji bo hevalê Selvadorîm Xosé Romêros
Lome li min meke!
Ez jî, wek te, goga zemînê mala min e,
Asman jî hevrîşmê keça xeyala min e;
Wek te xwerist im,
Wek te jî dixwazim, heta serî xwerist bim.
Loma serbenda şî'ra min her Kurd e,
Lew ez Kurd im û nahêlin Kurd bim!
Abdulla Peşêw