Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Bediüzzaman Said-i kurdi

Profil
Neden?
Biz Kürdler, bizde kalbinin dolusu, belki cesede malâmal, belki inbisat edip şu derelerde dağ olarak tahaccür etmiş kalamız olan bir şecaat vardır. Ve başın dolusu zekâvet var. Ve sineyi malâmâl edecek gayret vardır.Ve beden ve azayı dolduracak itaat vardır. Ve dereleri hayatlandıracak, dağları müzeyyen edecek efradımız var. Neden böyle sefil ve müflis ve zelil kaldık ki, yol üstüne de kaldık. Terakkiye binenler bizi çiğneyip istikbale doğru koşup gidiyorlar. Komşumuz olan millet bizden az iken kuvvetleri çok. Bizden kısa, üzerimize tetavül ediyorlar?
Sayfa 87 - Zehra yayıncılık
Ey Kürdler! Acaba şimdi bir miting yapsam, sizin iki bin sene evvel ecdâdınızı ve iki asır sonradaki evlâdınızı şu gürültühâne olan asr-ı hazır meclisine davet etsem, acaba eski ecdadınız demiyecekler ki:    “Hey mirasyedi yaramaz çocuklar! Netice-i hayatımız siz misiniz? Heyhât, bizi akim bir kıyas ettiniz.”    Hem de sol safında durana şehristan-ı istikbalden gelen evlâdınız sağdakileri tasdik ederek, demiyecekler mi ki:    “Ey tenbel pederler! Siz misiniz hayatımızın suğra ve kübrası? Siz misiniz şu şanlı ecdadımızla bizi rabt eden hadd-i evsatı? Heyhat! Ne müşağabeli bir kıyas oldunuz?”    İşte ey Kürdler! Manzara-i hayal (1) üstünde gördünüz ki, şu büyük mitingde iki tarafı da sizi protesto ettiler.
Sayfa 83 - Zehra yayıncılık
Reklam
Yıkılmış bir mezarım ki yığılmıştır içinde, Said’den yetmiş dokuz emvat ba- âsam u âlâma Sekseninci olmuştur mezara bir mezar taş, beraber ağlıyor hüsran-ı İslâma Mezar taşımla pür-emvat enindar o mezarımla, revanım saha-i ukbay-ı ferdama, Yakinim var ki, istikbal-i semavatu zemin-i Asya, Bahem olur teslim-iyed-i beyzay-i İslâma Zira yemin, yümn ü imandır, verir emni; eman ile enama..”
Ji pirtûka Rêbera Xizmetê
Êdî dem ne dema berê ye. Çiqas mirov jêhatî be jî, têkçûna li hember şexsê manewî hertim mumkin e. Ji vê hêlê ve îhtimala ku Rîsaleyên Nûr nûkerê dîn bin pir mezin e. Çawa ku min gelek caran nivîsiye jî, haşa ne heddê min e ku ew sifet yên min bin; tenê dibe ku jiyana min ji Rîsaleyên Nûr re bûbe mîna sîsikekê. Bi xêr û bereketa Quranê, bi qencî û kerema Xwedê ji wê sîsikê dareke bi ber û hêja çêbûye. Ez sîsikek bûm, riziyam û çûm. Êdî temamê qîmet yê maneya Qurana Hekîm û tefsîra rastiyên wê Rîsaleyên Nûr e. (Emirdağ Lahikası: 414)
Ji pirtûka Rêbera Xizmetê
Şagirtên Rîsaleyên Nûr “ez” bi “em”ê guherandine, yanî dev ji ezîtiyê berdane, li ser hesabê şexsê manewî yê Rîsaleyên Nûr dixebitin. Di şûna “ez”ê de dibêjin “em”. Di şûna “fena fiş-şeyx”* û “fena fir-resûl”* de -ku ev tabîrên ehlê terîqetê ne- dibêjin “fena fil-îxwan”. Ev jî yek ji wan wesîleyan e ku nefsa emmare* dikuje, wê ji riyakariyê xilas dike. Yanî şagirtên Rîsaleyên Nûr şexsiyeta xwe di şexsê manewî yê birayên xwe de dihelînin û wisa tevdigerin. Înşaellah çawa ku ehlê heqîqetê ji riyayê xilas bûbûn, bi vê hikmetê ew jî wê ji riyayê xilas bibin. (Kastamonu Lahikası: 126)
Ji pirtûka Rêbera Xizmetê
Belê, çawa ku kerametên welîtiyê hene, wisa kerametên niyeta xalis jî hene. Hetta kerametên semîmiyetê jî hene. Nexasim dibe ku kerametên birayên ku ji bo Xwedê di daîreya biratiyê de ciddî û jidil in û alîkariya hev dikin jî hebin. Hetta şexsê manewî yê civateke weha dikare bikeve hukmê weliyekî kamil û Xwedê alîkariyê bidiyê.  (Mektubat: 501)
Bediüzzaman Said Nursî
Bediüzzaman Said Nursî
Reklam
Ji pirtûka Rêbera Xizmetê
Ey mirovê çavbirçiyê xêran û di kirinên uxrewî de bê qenaet! Hinek pêxember hatine, ji çend kesan pêve kesî nedaye pey wan, lê dîsa jî wan xêra wê wezîfeya pîroz ya pêxembertiyê standine. Naxwe huner ne di pirbûna peyrewan de ye, huner di rizaya îlahî de ye. Tu kî yî ku weha bi hirs/çavbirçîtî dibêjî, “Bila herkes li min guhdarî bike!” Tu wezîfeya xwe ji bîr dikî û xwe dixî nav karê Xwedê. Qebûlkirina bi xelkê û civandina wan li dora te, karê Xwedê ye, tu karê xwe bike, têkilî karê wî nebe. (Lemalar: 224)
Bediüzzaman Said Nursî
Bediüzzaman Said Nursî
Ji pirtûka Rêbera Xizmetê
Hem jî îxlas û heqperestî ew in ku mirov terefdariya îstîfadeya mislimanan bike, kî feydê dide wan ne muhîm e. Ew baweriya ku dibêje, “Bila ji min dersê bistînin da ku ez xêran bi dest bixim” hîleyeke nefsê û enaniyetê/ezîtiyê ye.
Bediüzzaman Said Nursî
Bediüzzaman Said Nursî
Ji pirtûka Rêbera Xizmetê
Belê, di mîsalê de divê xeta tunebe. Li gorî ehlê sunnetê, di xizmeta Îslamê de weliyekî mezin nagihe eshabiyekî piçûk. Îcar qenaeta min çêbûye, kesê ku vî zemanî di xizmeta îmanê de xalis be, dev ji xwebîniyê berde, nefspiçûk be, hevkarî û yekîtiya bi mislimanan re biparêze, ew ji meqamê weliyekî jî derbas dibe. Hûn jî vê qenaeta min hertim destek dikin. Rebbê Alemê daîmen ji we razî be, amîn! (Şualar: 392)
Bediüzzaman Said Nursî
Bediüzzaman Said Nursî
Li gorî ehlê sunnetê, di xizmeta Îslamê de weliyekî mezin nagihe eshabiyekî piçûk. Îcar qenaeta min çêbûye, kesê ku vî zemanî di xizmeta îmanê de xalis be, dev ji xwebîniyê berde, nefspiçûk be, hevkarî û yekîtiya bi mislimanan re biparêze, ew ji meqamê weliyekî jî derbas dibe. Hûn jî vê qenaeta min hertim destek dikin. Rebbê Alemê daîmen ji we razî be, amîn! (Şualar: 392)
Bediüzzaman Said Nursî
Bediüzzaman Said Nursî
Reklam
heqiqetek kur
Îcar qenaeta min çêbûye, kesê ku vî zemanî di xizmeta îmanê de xalis be, dev ji xwebîniyê berde, nefspiçûk be, hevkarî û yekîtiya bi mislimanan re biparêze, ew ji meqamê weliyekî jî derbas dibe. Hûn jî vê qenaeta min hertim destek dikin. Rebbê Alemê daîmen ji we razî be, amîn! (Şualar: 392)
Bediüzzaman Said Nursî
Bediüzzaman Said Nursî
Cîhanşumûliya Rîsaleyên Nûr
Rîsaleyên Nûr tenê hilweşandineke weke ya xaniyekî piçûk tamîr nake. Rîsaleyên Nûr keleheke hilweşiyayî ya ku kevirên wê bi qasî çiyayan mezin in û bi firehbûna xwe Îslamiyetê dorpêç dike, tamîr dike. Û tenê dilekî yan jî wijdanekê îslah nake, ew raya gel û wî dilê giştî ku ev hezar sal in bi alavên pîs tê qulkirin jî tamîr dike. Bi taybetî jî Rîsaleyên Nûr dixebite ku wijdana giştî ya ku ji ber hilweşîna bingeh, nîşan û bizavên Îslamî xira bûye tamîr bike. Wan birînên kûr bi awayê ayetên Qur’anê yên bêmînak, bi dermanekî îmanî derman bike. Helbet divê mirov ji dax û birînên weha kûr re dermanên rast ku hatine ceribandin, ji pirsgirêkên bi vî rengî mezin re çareseriyên bi delîl û saxlem peyda bike. Ha Rîsaleyên Nûr ku ji mu‘cîzetiya manewî ya Qur’ana Mu‘cizu’l-Beyan derketiye wê wezîfeyê dike. Rîsaleyên Nûr di mertebeyên îmanê, yên bêhed û bêhesab de dibe sebebê pêşveçûna manewî û keşfê. Axaftin weha çêbû, min jî bihîst û pir şukrê Xwedê kir, li vê derê kin vedibirim. (Kastamonu Lahikası: 21)
Bediüzzaman Said Nursî
Bediüzzaman Said Nursî
heqîqetek giring
Ez texmîn dikim sebebeke ku êdî di vî zemanî de şîretên şîretkaran tesîrê nakin ev e: Ji mirovên bêexlaq re dibêjin: “Hesûdiyê neke, ne çavbirçî be, dijmintiyê neke, înadê neke, ji dinyayê hez neke!” Yanî, mîna ku ji wan re dibêjin, “Fitreta xwe biguherîne.” Tiştên ku zahiren zêdeyî qeweta wan bin teklîfî wan dikin. Eger ji wan re bibêjin, “Berê van bidin xêrê, rêya wan biguherînin” hingê wê hem nesîhet tesîrê bike, hem jî wê di çarçeveya îradeya wan de hissa berpirsyariyê çêbibe. (Mektubat: 49)
Bediüzzaman Said Nursî
Bediüzzaman Said Nursî
114 öğeden 71 ile 80 arasındakiler gösteriliyor.