Ken hate jibîrkirin
Tenêtî bû heval
Xemgînî bû rastî
Dilşahî bû xeyal
Evîn bû derew
Dil bû bêhîs
Çav zûwa bû
Êş bû Jiyan
Hêvî ma paşeroj da
Jîn bûn nema pêşerojê ra
Hesretî wenda bû
Li bend mayî xilas bû
Dil bi şewat xwe naskir
Zarokatî ya rih mir
Kêyfxweşî bû dijmin
Dirû tî malê xira kir
Ez bûm xerîb ji xwe ra
Min bêrya xwe kir.
💮 Morî 💮
heyveron, îro behsa bedewiya te bikim
ji bo min bedewbûna te helbestek evînî ye
rûyê te yê wek ronahiya tavê
dilê min germ dike
çavên min dibiriqîne
çawa ji te re bêjim bedewîbûna te
ma gelo ne şerm e ez te bişibînim tiştekî
çiqasî kom bikim jî hevokan kêm dimînin
li ber spehîbûna te
min di çavên te de hêvi dît
di kenên te de şahî û di dengê te de aramî
dixwazim te di paşila xwe de veşêrim
rûyê te yê zelal ji xwe re bikim wargeh
wargeha evînê
hivrû..
ji bo min tu kombûna hemû rengan î ronahiya stêrk û heyvê yî tu bihuşta min î bihuştek rengîn
Pesnê welatê min bidin
Li elihê petrol derdixin
Pesnê welatê min bidin
Li Amedê berxwedan a zîndanan didin
Pesnê welatê min bidin
Li Mêrdîne dîrok û medenîyeta kurda
Derdixwin holê
Pesnê welatê min bidin
Bi rastî di bin kenên min da
Tenêtî heye. Hêsîrê zarokekî piçûk.
Qêrîna dayîka ku zarokê xwe wenda kirî
Û xemgînîya milete kî bê dewlet
Ev çend sale ji te dûrbin jî
Emê werin ji bo te
Ez bes te maç dikim; bi lêvên xewnê
Hevîna te kûr e, hêviya dinê
Brûskên çavên te; wek gewherên ecêb
Çavên te ên zelal; kulîlkên ezêb
Maça şêrîn; ko lêva te bi min da
Ez birîndar kirim û bi min ve da
Çira dişewite; zimanekî zêr
Her pê ruhnî dibe, nimêjgah û dêr
Bo tihniya dilî; lêva te kanî
Ji xewna çavê re; te sorgul anî
Dilê min mizgefta bêdengî ye; sar
Havîna min bê sih, rêlên min bê dar
Mehfura mirinê min bi ken raçand
Jînê ez xapandim, min kes ne xapand
tu bi xunavstêrkan hatî, bi pêlên bagera gulan
te bi tîna dilê xwe germ kir bedena min a qerisî
di şevên teng û tarî
di rojên sar û seqem de
min xwe avêt hembêza çavên te yên keskeşîn
li kîjan gulê binihêrim tu vedibî jinişkave
navê te tê nivîsîn li rêza ewil a her rûpelê
da dawî nebe ev xewna xwînşîrîn
da neçilmise ev eşqegula di payiza emr de vebûyî
min xwe avêt tor û bextê yezdanê dilovan
tu bûy pêta bizotek agir dawiyê
û te hilweşand hemû kelehên ruhê minê zarokwarî
Ma tu nizanî min çiqas hewl da
Ku ew dilê te bı destê xwe ava bikim
Û bixwim dilê xwe
Na tu nabînî ka ev dil çawa di nava agir da dişewite, dipije û pûç dibe
Tu evîna min a çîyayayî evîna kulilka ser çîya
Ezê vê evîna xwe di hundurê xwe da bidomînim heya ku ez nefesa xweya dawîn nekim.
Min nihêrî ez nema dikarim bisekinim û sebir bikim
Ez son dixwum ku ezê biçim çîyayê cîlo , cûdî an dera ku dilê min ji bo te diçe
Ezê li wan çîyayan jî ji bo te bimeşim, bikenim û biqêrim heta ku ev dil ê jî Azadîyê têr dibît .ezê şoreşa bikim
Dibe ku ev êşa vî dilê sivik bibe
Dibe ku ev dil xwe hindik bixapîne û zêde xwe neêşîne
https://1000kitap.com/Tu_Viyane Û https://1000kitap.com/dilkeviri