Li wextê berê miletek hebû, mileteki mêr û ciwanmêr, lê nezan. Ew milet ketî bû bin destên miletine din. Miletên serdest zilm û sitemkarî lê dikirin. Miletê bindest ji heyîna xwe bêxeber, di bin nîrê miletên serdest de hero belengaztir dibû.Lê miletê ji her tiştî bê hay,bi belengaziya xwe jî ne dihesiya.