"Bavê te dibêje ez ji bo welat û miletê xwe têkoşînê dikim. Ew dibêje ez kurdîtiyê dikim. Baş e, tu çi dikî kurê min? Komunizm? Tu ji bo kê xebat û têkoşînê dikî? Ji bo karker û cotkaran?" Digot: "Tu zarok î û tiştekî nizanî. Bi Xwedê û pêxember, heke ev karker û cotkar rojekê bihêz bibin, wê berî her kesî pêsîra me bigirin û derba xwe li me bînin. Wê bibêjin qaşo em axa û feodal in.