Fêrîke Kulîlk:)
10/10
·121 syf.··
2025 13. kitabı
·
18 günde okudu
·
Okunma: 22 Mart 2025 00:38
Helbestvanê dilê min Hunera wî çiqas efsunîye, hemwelatiyê me ye alîyekî wî Serhedî alîyekî wî Sovyetê, jîyanek perçe bû yî wek jîyana her Kurdî. Min gelek Fêrîkê Ûsiv hiz dikir, wexta min Xwend zêdetir hiz kir. Romantîzm û naturalîzm a helbestên wî da gelek gelek xweş e. Hinek meriv hene tu dibêjî eva ji bo wê karî hatiye dine Fêrîk jî bo helbestvanîye hatîye dine. Xwedê hezar carî Rehma xwe lê bike
Kurdî
Gula ElegezêFêrîkê Ûsiv · Lîs Yayınları · 20186 okunma
9/10
·228 syf.··
Beğendi
·
2024 2. kitabı
Platon û Arîstoteles hunerê wek olandayîna rastî û a xwzêye pênase kirin. Hûner û hemû beşê wê jî gelemperî derdorê vê bîrdoziyê teşe girt . Kîjan wênesaz kulilkê,herî xweşîk û tinguz saz bike. Wênesazê herî baş ew e. Her wuha helbestvan, çîrokbêj,stranbêj... Li ser himê bîrdoziya olandayînê wergerê jî ciyê xwe girt. Îro hemî dinya dike kû hêz û bedewiya wêjeya hev siûd wergire. Ji ber wê, êlma xwe dane ser wergerê. Civatê herî zêde haya wan wêjeya cîhanê heyî. Ên wêjeya wan herî xurtin. Helbet ev yek divê bi zimanê zikmakî be .Kurdekî li bakur wêjeya cîhanê zêdetir bi zimanê metinger dixwîne . Her çiqas wî zimanî baş bizani be jî axir ne zimanê zikmakiye. Ew berhema xwendi jî, dibe sê serî. Yek zimanê berhemê ê resene, yek zimanê xwêner ê zikmakî ye û yek jî ê navberê. Ew zimanê din ê ketiye navberê . Olandayînê qels dike. Di navbera berhem û xwêner de suran lêdike. Di dinyayê de pergala perwerdehiya li ser wergerê, rêk û pêk tê kirin. Wêjeya wergerê heye. Û werger wek beşek ji beşa zanistiyê tê pêjirandin .Îro Kurdên Soran edebiyeta cîhanê bi zaravayê xwe dixwînin. Wêjeya cîhanê raste rast bi rêya zimanê wan ê zikmakî tê ber destê wan. Bona wî bi hêsanî dikeve nav gerîneka wêjeyê û ew jî dirêse. Van salê dawî bi awayekî eşkere, berhmên qedirbilind derketnê holê . Ew yek sedemek giringe ku edebiyata cîhanê bi zimanê xwe naskirin. Mîna hemî dinyayê helbet haya bakur jî giringiya wergerê heye . Weşanên Lîsê jî bi navê cervantes destbi bernameyeke wergerê kir. Bin banê vê bernamê Samî Hêzil jî romana Ali Simith a bi navê Hotel Dinyayê wergerande Kurmancî. Niviskara nûjennûs Ali Simith Hotel Dinyaya xwe him bi mijar him jî bi şêwaz xwe li ser himê nûjen avakirye.Hotel Dinya bi navê xwe ve jî remzeya nûjeniyê ye. Hotel, saziya warê mayinê a îro ye. Di
Wergera Kurdî
Hotel DınyaAli Smith · Lis Basın Yayın · 01 okunma
Ters Köşe Final Sevenler Buraya!
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯 Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
10/10
·1086 syf.··
2023 45. kitabı
·
519 günde okudu
·
Okunma: 22 Kasım 2023 01:05
Merheba canîk û camêrno, Helbest cimbûşa rengan a jiyanê ye. Mirov nikare tenê bi yek pênaseyê helbestê rave bike. Lewre helbest xwediyê hezar wateyan e. Helbest, neynika hundirê mirov e, ya girîng ew e ku mirov çawa lê binêre. Her kes dikare çar pênc risteyan birêse û bibêje ev helbest e lê tu bi van nabî helbestvan. Wate her kes nikare bibe helbestvan. Li gor nêrîna min nivisandina helbestan qabiliyeteke xurt dixwaze. Belê belê... Ehmed Huseynî, helbestvanê gewre ya wêjeya kurmancî ye. Kesekî rewşenbîr û zana ye. Hunerê ne tenê bo hunerê dike, hunera xwe ji bo milletê xwe jî didomîne. Xwedê hêz û quwetê bide wî û qelema wî .Berhema li ber destê min bi giştî helbest, gotar, ceribandin û hevpeyvînên wî dihewîne, kitêb ji hezar rupelê pêk tê. Ehmed Huseynî bixwe helbest e, xwîna ku di demarê wî de diherike jî ji bo wî bûye hibr. Dema ku em bala xwe didin helbestên wî her çiqas bi kêşeya serbest hatibe nivîsandin jî li gor helbestên iroyîn, xwediyê wateyeke kûr e û çêjeke bêhempa di nav xwe de dihewîne. Her wiha bêhna wêjeyê jê tê ku ev bi me dide nîşan Huseynî, di warê helbestê de qelema wî pir xurt e. Gelemperî her helbestê de bikaranîna hûnerên edebî xwe dide nîşan. Huseynî, temayên curbicur bikar aniye her wiha em dibînin ku ilhamê pir ji xwezayê û ji bajarê xwe yê Amûdê standiye. Piranî her hestê ku jiyaye bi awayeke hostetî nivîsîye. Mirov dema ku helbestên wî dixwîne dibêje ka her tim dubare dike lê bi min piranî helbestên wî de heman êş dubare dikir. Huseynî, di warê pexşanê de jî kurmanciyeke sade û herikbar bikartîne. Weke ku Rilke dibêje: "Ma gelo di nav kavilên ziman de kulîlk dikarin geş bibin?" Ehmed Huseynî bı hostetî ev daye ber çavan. Gelek tist hene ku mirov qal bike lê evqas bes e . De bi xatirê we .
Kurdî
Berhemên Giştî (2 Cilt Takım)Ehmed Huseynî · Aram Yayınları · 20158 okunma
Dil bi xwe re bir û çû...
Puan vermedi·260 syf.·
2021 44. kitabı
Xanî, kesek ku ji nûra Xwedê bi par e. Xemên di dilê wî de, niha di dilê her kesî de... Evîn çi qas dijwar be jî, rêyek her dirêj û bi ronî di pêşiya Xanî de bû. Di vê rêya dirêj de ne tenê evîna mirovayetî, evîna her tiştî cih digire. Ev rê bi dar in, bi kulîlk û bi strî ne... Dilek bi şa be, bê xem jî nabe. Lê..  Xanî ji xwe re bi tenê xeman jî dixwaze da ku şahî ji bo yar be.  (#119863797). Dilê ku dikare xeman hilbigire, ji evînê ne bê hay in. Evîn wêrekiya li dijî xeman in, Xanî dizanî. Ji ber ku evîna mezin her ku di dawiyê de bi nasîna Xwedê dihate naskirin. Bi hezkirina mirov û welatî dihate naskirin. Derek çendî nexweş bibe jî dema ku mirov li wir jiya û ji wir hez bike, ew der cihê ku herî xweş e. Ev cih dibe ku welatek be, paşila yarek be, çîrçîra çîrçîrokek jî be... Evîn, bêguman hestek mezin e. Ku ne mezin bûya ne Mem dibû ne jî Zîn û dibe ku Xanî jî wê  nebûya... Bi Xanî, her mirov bi evînekê tê li dinê. Lê her kes bi evîn dimîne ew jî bi guman e. Û berdewam dike Xanî: Kesên ku xwedî evîn, bê aram in...(#119864978) Ka em dirêj nekin û behsa pirtûka Xanî bikin, ku em çiqas dirêj bikin ew qasî jî qirêj dikin... Mem, wekî her evîndarekî neçar e. Her çiqas neçar jî be bi wî qasî jî kesek qenc e. Dilê wî Zîn ronî ye. Zîn, xwedî bedewbûneke cuda ye. Dilê wê jî ne ji rûyê wê kêmtir e. Tajdîn, hogirek bêhempa ye. Bi min dilê wî ji evînê mezintir bû. Bekir, di rêya her mirovekî de strî ye. Her çiqas bi te re be, ew qasî jî bi te re diçe. Wekî her destan û çîrokên evînî, rêya van herdu evîndaran jî dijwar e. Bêguman tiştên dijwar pirtir bal dikişîne û tê daxwazkirin. Evîna Mem û Zîn mîna hestek e. Ne tê dîtin ne tê kefa destê meriv... Lê heta serê neynûkan jî tê hesîn. Mem birîndarek e. Dilê wî her bi hêvî
1000Kitap
Mem û ZînEhmedê Xanî · Avesta Yayınları · 20202,707 okunma
Puan vermedi
Silav û rêz... Destane û mîtoloji yê kurdî de her wext dilsozî , evîn, bederfet hebû . Di navbera destanê kurdî de her wext evîndarî ne tiştek bê zehmet bû. Derd , êş elem hemû di nav evînê de bû. Wek gotina mirovek digot " derdek min heye ez bi hezar dermanan naguherînim" . Evîndarî ji bo me hem der hem derman e. Navê pirtûkê de jî eşkere ye ku pirtûk behsa evîndarî ya Siyabend û Xecê dike. Siyabend Xecê dibîne êşa evîndarî yê dikeve navbera herdû ye . Mixabin ev evîndarî jî bê miraze. dawiya pirtûkê; Her sal biharê , ber serên merzelen wan du kulîlk hêşîn dibin û serên xwe ber bi hev ditewînin. Dema ku serên kulîlkan nêzîkî hev dibin , serê sibeke gakûvîyek tê, devê xwe davêje û kulîlkan hildiqetine. Dibe wê pêşî de ev çîrok ê we guhdar kiribe hinekî çi yên de cuda ne.
Kurdî
Siyabend û XecêAhmet Aras · Nûbihar Yayınları · 2016156 okunma
Nexweşekî Pir Bêhal e!
10/10
·112 syf.·
2020 41. kitabı
Silav hevalno Lêkolîna min de dibe ku ~spoîler~ hebin, li gor wî bixwînin dûr re nebêjin te negotî:) Niviskara me Gulîstan Çoban di sala 1982da li Erxanîyê hatî dinyayî. Zewicandî û xwediyê du zarokan e. Niviskar ji ber jin bûna wê bala min kişand, ji ber ku çend heb niviskarên Kurd xwendiyim lê nav wan de qet jin tune bû û mamoste Gulîstan bû an yekemîn. Wê pîroz dikim ji ber qelema wê, qelema wê ya wekî kanîyek mesnewî diherikî. Mamoste gotinek xwe de gotî ku "Ên herî hev tên jin û qelem in û ên herî hev dûr xistin in jî jin û qelem in". Û em dibînin ku mamoste ev tabûyê hilweşandî, ew û qelema xwe bi hev re bextewar in. Xwedê bextewarî ya wan zêde bike, zêde bike ku em jî ji wan re nesîbê xwe bigrin û dilê xwe têr bikin. Em werin ser pirtûka xwe bêguman haya we Feqiyê Teyran heyin, ew ku bûye Yunus Emre yê Kurda, şaîrên ku av û teyran diaxive. Ew ewqas mezin e ku bûye mijarên stran û helbestan û dengbêjan. Lê nizanim we qet bihîstî evîna wî? Evîna wî û Sînem Xatûnê? Ez bibêjim min nebihîstê bû û ji ber wê hinek aciz bûm ji ber ku em dizanin eşqa Leyla û Mecnûn, Kerem û Asli lê em eşqa ên xwe nizanin û ne eşqek piçûk e jî. Li ser eşqa Feqî û Sînem gelek riwayet heyin lê îro em ê guh bidin momeste Gulîstan. Wê ji bo evîna wan gelek lêkolîn kirê û dawî ya dawî ev pirtûk peyde bûye. Sînem Xatûn dotmam û bûka Mîr e û Mîr gelek jê hez dike ewqas hez dike kî ji bo na wê qonaxan lê dike. Lê mêrê wê yekî baş dernakeve yekê beradayî ye û jixwe zû jî dimire. Sînem Xatûn jî xwe dide ser îlm û xwendinê. Li pirtûkxaneya qesrê de ji xwe re dixwîne, dixebite. Rojekê deftera Feqiyê Teyran rast lê tê û dixwînî. Kêfa wê helbestê Feqî tê û dibe heyranê wî. Dîsa rojek Feqî cihakek tê û ew û cêrîya xwe ji bo dîtina Feqî dikevin rê. Wexta Sînem Xatûn çav Feqî dikeve ji bo hîsê xwe
SinemGülistan Çoban · Dara Yayınları · 201930 okunma