6/10
·88 syf.··
2025 20. kitabı
Payiz û Ziyab, du dengên vê pexşana kurt (novella) ne. Du deng, du him an jî du kesayet in. Ew du alî ne: dengê hundirîn û yê derve, tarî û ronî, rih û beden, Ahura Mazda û Ehrimen. Ev şerê di navbera her du aliyan de heta dawiyê didome. Kesayeta me hebûna xwe li hemberî baviksalarî, civak, çanda kevneperest û pergala desthilatdar a zordar ava dike. Helbet ev yek pir zehmet e û nivîskara me li pey bersiva vê pirsê ye: Gelo jineke Kurd dikare hebûna xwe ava bike? Kesayeta me her çiqas li dijî dayika xwe û tevgerên wê be jî, bêdengmayîna wê rexne dike, lê di dawiyê de, dema ku li neynikê dinêre, di heman demê de pêşî diya xwe û paşê jî xwe dibîne.( #286234548 ) Gelo hişkbûna erdê û bilindbûna asîman çarenûsa vê axê ye? Xwîner jî tevlî nivîskarê dibe û li pey bersiva van pirsan diçe. Bi herikîna hiş, avakirin û hilweşandinê (deconstruction) ve rêbazên serdema nû hatine karanîn. Di heman demê de metafor, remz (zeryaya bêbin, neynik, kevir, genimê hişk) û xweşbêjî jî hêmanên balkêş ên berhemê ne. Siyasetbûna eşkere çav li mînorîteyê diqîrpîne. Dema nivîskar Kurd be, helbet hîmê berhemê li ser hêmana Kurdbûnê tê avakirin. Eger nivîskar jin be, hîmê berhemê jî li ser jinbûnê û hebûna wê tê avakirin. Her çend hêmanên raveker û dîdaktîk carinan xwîner aciz bikin jî, berhem bi xweşbêjîyê serkeftî tê ser hev û kuta dibe.
Edebîyata Kurdî
Payîz an jî ZiyabSuzan Samancı · Avesta Yayınları · 202414 okunma
Rexneyeke Derengmayî
10/10
·176 syf.··
Beğendi
·
2025 39. kitabı
·
23 günde okudu
·
Okunma: 09 Mayıs 2025 00:29
"Ewên bûn rêberên me Çi anîne serê me" - Cegerxwîn Edebiyata miletên bindest her tim aliyekî xwe yê kulek heye. Berhemên ku ji nava vê edebiyatê dertên jî herwiha pala xwe didin vê kulekiyê û exleb bi du teşeyan derdikevin pêş: helwesta dijkolonyal û nakokiyên navxweyî. Di edebiyata kurdî de teşeya ewil bi awayekî şênber xuya dike, ango berhemên kurdî yên ku xwedî helwesteke dijkolonyal in, em dikarin bibêjin gelek in. Lê ji bo ya duyemîn zêde mînak tune ne. Yanî nivîskarên kurd di berhemên xwe de, ji xeynî mijarên bi bindestiyê ra eleqedar, cih nedane meseleyên xwe yên navxweyî, berê xwe baş nedane civaka xwe, kêmasî, nakokî û astengiyên di nava xwe da baş tehlîl nekirine, tewr gelek caran, çavên xwe ji wan ra girtine. Ji ber hindê ye belkî rewşenbîrî di nava kurdan da zêde pêş neketiye, lewra rewşenbîr ew kes in ku ji sekna xwe tavîz nadin, bi aliyekî xwe ve li civaka xwe nanêrin, wêrek in û fikr û gotinên wan li gorî "hin aliyan" teşe nagirin. Ev pirtûka li ber destê me jî hem xwediyê sekneke dijkolonyal e, hem jî xwerexneyek (self-criticism) e di eslê xwe de ku heta niha kêm mînakên wiha çêbûne. Rêzebûyer, li dor serlehengê bi navê Ferzend û gera wî ya li Amedê diqewime. Ferzend, bi eslê xwe ji Amûdê ye, lê ji ber sedemên polîtîk, wekî gelek kurdan, ew jî di temenekî ciwan de terka welatê xwe dike, wek penaber berê xwe dide Ewropayê. Li wir bi hezkiriya xwe Berfîn Xanimê re dizewice. Zarokeke wan çêdibe bi navê Dara. Piştî çend salan zaroka wan ji ber nexweşiyê dimire. Li ser mirina kurê wan ra zêde wext derbas nabe hevjîna lehengê me Berfîn jî xwe dikuje û Ferzendê bê welat, vêca bê malbat, bê kes û kûs dimîne. Êdî penaberî hew kêrî wî tê, dixwaze beriya mirina xwe carek be jî biçe welatê xwe û ji dûrî ve (ji ber ku qedexe ye nikare biçe)
Heftiyeke Direj li AmedeFawaz Hussain · Avesta Yayınları · 20156 okunma
Tatil planı hazırsa sıra okuma listenizde!
Bu yaz yanınızdan ayırmak istemeyeceğiniz kitapları sizin için bir araya getirdik. 💬 Siz olsanız bu listeden hangisiyle başlardınız?
10/10
·263 syf.·
2024 39. kitabı
Xwezî li çiyayê şengalê li ba Derwêşê Evdî bûma Li ser pişta hespê boz li deşta Mûsilê bûma Dema Derwêş birîndar dibû, biketama bin çengê wî û ber bi çiyayê Kurdistanê ve berjor çûma Min jê re bigota, binêre, va ye bi hezaran Edûlê û Diwanzdeh Hewarî hene Min jê re bigota Li van çiyayê ku Xwedavendan lê textê xwe daniye Rihet û aram razê Min jê re bigota; Mirin... Ji ku tê û çawa tê bila bê Êdî xeman nexwe! Ya ku hatiye erêkirin, Kurdbûn û jiyana azad e Êdî ev rastiya ebedî ye... Dawîya pêvaxaftinê.
Araştırma-İnceleme
Dermansız Sevda Dewrêş ile AdûlêAli Oruç (Bawer Ferat) · Yurt Kitap Yayın · 20021,292 okunma
Xwendineke Femînen
Puan vermedi·112 syf.··
2023 57. kitabı
·
6 günde okudu
·
Okunma: 01 Mayıs 2023 20:10
"Azadî û xwebûna wê ji her tiştî girîngtir bû." (r. 93) Suzan Samanci, yek ji wan nivîskarên kurd e ku bi zimanê tirkî ve dest bi nivîskariyê dike. Ji ber vê helwesta wê, gelekî rexne li ser nasnameya wê ya edebî têne kirin (maqûlbûna rexneyan cihê nîqaşê ye). Samanci, piştê çendîn berheman, di sala 2015an de cara ewil bi zimanê kurdî ve berhemekî dinivîse û dixe tûrikê edebiyata kurdî: #k:231276. Piştre, romana Mîrzayê Reben dinivîse û berhema niha li ber destê me jî pirtûka wê ya sêyemîn a bi zimanê kurdî ye. Ev pirtûk ji deh çîrokan pêk tê û bi nêrîna rexneya femînîst ve hatiye nivîsandin. Ev taybetiyeke nivîskariya Samanci ye ku rexneya xwe ya li ser pergala baviksalarîyê bi zimanekî tinazî ve dike. Di romana xwe ya Mîrzayê Reben de jî heman ziman bi kar anîye. Suzan Samanci, rewşa jinê ya li nav civakê, bi rêya çîrokên cuda ve, lê bi heman teşeyê ve, bi çavdêriyeke femînen ve pêşkêşî xwendevanên xwe kiriye. Du taybetmendiyên sereke yên lehengên Samanci hene: Jinbûn û Kurdbûn. Hemî lehengên wê penaberên kurd in û li Ewropayê, di nav têkoşîna jiyaneke hevpar de ne. Lê Ewrope ji wan re mazûvaniyeke ji dil nake: "Ewropa, buhişta derewîn bû bo me." (r. 20) Di ser da jî, kompleksa xwebiçûkdîtinê li wan zêde dike: "Tu penaber î vê ji bîr neke, ev çi pozbilindiya te ye?" (r. 98) Samanci, di hemû çîrokên pirtûkê de, ji aliyê zayendî û neteweyî ve, pergala baviksalarîyê dide ber rexneyan: "Heyra yên me ji çepgiran xerabtir in! Li der dûrişma bang dikin, dibêjin azadî û jin, dema têne malê li me dixin!" (r. 90) Di vê rexneyê de gazineke eşkere ji bo zilamên kurd hatiye kirin; lewra em di nav berhemê de dibînin ku lehengên mêr ên kurd, ji ber sedemên polîtîk li Ewropayê dibin penaber, li wir divê li cem jinên kurd bisekinin (li ser xeta wekhevîyê), çimkî herdu zayend jî ji aliyê
Çîrokên Jinên DilşikestîSuzan Samancı · Avesta Yayınları · 202110 okunma
Puan vermedi·108 syf.·
2022 5. kitabı
Milkê Evînê , Kürt edebiyatına ait okuduğum en güzel şiir kitaplarından biri. 1995 yılında İsveç'te basılmış. Rojen Barnas ile sevgili eglenenayse aracılığıyla tanıştım bu vesileyle kendilerine de teşekkür ederim. Var olsun kitaplarla kalsın sevgili 1000kitap okuru. Kitap tamamiyle Kürtçe yazılmış. Alıntılarımı yaparken Türkçe'ye çevirsem aynı ahengi veremeyeceğini düşündüğüm için orijinal halini paylaştım. Kimi yerde ümitsizliğe kapılmamamız gerektiğini bu dizelerle dile getiriyor. "Xwedê mezin e, Evdilcebar! Nebêje "bêkes û bênas im" Ji tenêhiya xwe ya niha megazinîne." (syf74) Kimi yerde sevgiyi; "Destên min dirêjî ber bi te Dilê xwe dirêjî dilê min bike Em rûbirû ber bi hevdû ve Bistrên stranên jiyana şîrîn" (syf79) Kimi yerde de öksüz Kürtlüğünün serzenişi şöyle dillendiriyor; "Ez kurd im. Kurdbûn: Bê nav û nîşan bê niştîman bûyîn e. Bê huwiyet, bê pasepon Jiyana bi dizî ye li welatê xwe." (syf32) Okurken duygu dalgalanmalarını yoğun yaşayacaksınız. Keyifli okumalar.
Kürt Edebiyatı
Milkê EvînêRojen Barnas · Weşanên Nûdem · 199577 okunma