Kurdên ku bi zimanê serdestê xwe, mînak yên ku bi tirki dinivisin, çiqas dikarin bi zimanê serdestê xwe heqiqeta neteweya xwe vebėjin û nîşan bidin? Tėkiliya wan bi kurdbûn, realite û heqiqeta kurdan re çawa ye? Derbarê kurdan de em di romanên wan de çi dibînin? Çawa behsa neteweya xwe dikin? Nêzikbûna wan bi neteweya wan re çawa ye? Romanen van niviskaran çiqas dijkolonyal in? Bi berhemên xwe çiqas dikarin Dewleta Tirk û xwînerên xwe yên tirk nerihet bikin? Çi li derveyî berhemên wan maye? Çi negotine? Nivîskaran li hemberî çi xwe ker û kor û lal kirine, nedîtine, şahidiya çi nekirine û ji şahidiya çi reviyane?
Her wisa, ew rexneyên tûj li wan kesan dike ku li her derî de'weya doza Kurdbûnê dikin lê girîngiyê nadin zimanê Kurdî:
Ê ku doza Kurdanî dikî Kurdî nexwîne
Nabînim niştimanî li alîkî dimîne
Silava min li Kurdan ji wana hêvîdar im
Zarê min bînin meydan va ye ez bendewarim
Di şerên navbera Îran û Osmanîyan de, kurdên elewî yên ku ji Bakurê Kurdistanê koçberê Xorasanê hatine kirin û yên ku piştî Peymana Qesr-î Şirîn a 1639'an vegerîyan e bakurê Kurdistanê û bawerîyên kêmneteweyên din, her tim beranberî zextekê mane. Wê dema ku polîtîkaya bişaftinê jî li ser van koç û zextan zêde bû şiqitina binyata pir rehendî pêk hat. Kurdên elewî jî ku li axa Osmanîyan têra xwe hatin belavkirin para xwe ji vê girt. Hem di kêmasîya hîsa milî hem jî birêvebirina bawerîyê de pirsgirêkên micid der bûn. Ev jî jiholêrakirina çand û nikolkirina bawerîya kurdbûnê bû. Rewşa vê zexta giran heyîna xwe domand û bi demê re jî hê girantir bû. Zext li Pîr û Hozanan hat kirin ku berhemên xwe zimanê tirkî, farisî, osmanî û erebî bini-vísin û bixwînin. Di heyama nû de ji ber ku zimanê fermî jî bû tirkî, bişaftina zimên kûrtir bû. Osmanî û rêvebirên wan ên dûv wan bi pergaleke taybet xwestin elewîyan ji axa wan qut bikin ku ji kurdbûna xwe dûr bikevin û bi awayekî bişaftî bawerîya wan bi wan bidin pejirandin da ku bi demê re tune bibin. Bi vî awayî xwestine ramana kurdbûnê qels bibe ku bikaribin wan bi navenda xwe ve girê bidin.