el wefayî wesla canan xemzîdara min nehat
ya tu qelbê asiqan î, gulnîgara min nehat
mam di qeyda derd û daxan xemgusara min nehat
subhe nabit wê şevê dengê menara min nehat
derd û dax im, bê qerar im, bê bihar im, bê çîmen
bê hebîb im, bê tebîb im, hem xerib im bê weten
şubhê yaqûbî ji işqa yûsifê gulpîrehen
mûnisê derd û xeman im
Ya Îlahî ez xerîb im daîma her dil kebîb im
Bê hebîb im bê tebîb im mam di nav qewmê xerîb
Metrûkê bab û bira me sohtîyê şem' û çira me
Kuştîyê dest dîlbera me mam di nav qewmê xerîb
Kuştîyê tîra xedar im kes nenas im ez dizarim
Ez feqîr im ustuxwar im mam di nav qewmê xerîb
Ez feqîr im bê newa me rûreş im ez rûsîya me
Racîyê 'efwa xuda me mam di nav qewmê xerîb
Aşiq im bê kar û kesb im ez feqîr im dûrîdest im
Serxweş û sekran û mest im mam di nav qewmê xerîb
Serxweş im min hal tunîne cergê min safî birîne
Her dirêjim av û xwîn e mam di nav qewmê xerîb
Av û xwîna dil me kerr kir ah û wah cergê me zer kir
Xurbetê hal im xerab kir mam di nav qewmê xerîb
Terkê ewtana xerab e ez neçar im çare nabe
Ya Îlahî dê çawa be mam di nav qewmê xerîb
Lal Laleş
Letîf Helmet
M. Zahir Ertekîn
M. Zahir Kayan
Mehmet Hacioglu
Mehmûd Badilî
Mela Ehmedê Namî
Mela Xelîlê Mişextî
Melayê Bateyî ☀️
Melayê Cizîrî ☀️
Mele Xelîlê Sêrtî
Mem Bawer
Mem Ronga
Mihemed Omer Osman
Mihemed Ronahî
Miradê Miradan
Miraz Ronî
Mistefa Begê Kurdî
Mizgîn Hesko
Mueyed Teyîb
Muhsîn Ozdemîr
Muslim Aslan
Mîkaêlê Reşîd
Mîtan Şareza
Gaziya Zerreyan Di Dema Çêbûna Pêxember da
Cumle zeratê cîhan da ev seda/nîda
Kirne gazî pêkve gotin merheba
Merheba ey sirrê furqan merheba
Merheba ey derdê derman merheba
Ne dûr e ku Melayê Bateyî li Cizîra Botan û Çolemêrgê jî xwendibe. Ji ber ku Çolemêrg wekî paytextê herêma Hekarîyan buye ku heta Wan û Muks jî li ser wî hatiye hesibandin.