Te jî ji diroka miletê xwe karek li ser xwe girt. Ew dibe karekî giran. Jixwe barên giran para mirovan, para mirovan jî barên giran in. Te ew kiriye pişta xwe û daye kaşê çiyayên ku bi rê ve bilintir û asêtir dibin. Herçend hildikşî û ji deștê dar dikevî, diwestî, lêbelê ewçend zexm û xurt dibî. Hawîr diguhere, tiştên nenas dibînî.
Wekî ev gotin bêkêmasî ji Mehmed Uzun re hatiye gotin. Ji ber ku Mehmed Uzun di bin nav hezar zorî û tunebûnê de berhemên xwe afirandiye û pêşkêşî me kiriye.
Bêguman tehma tev berhemên wî jî cipcuda û çêjdar e. Di nava vê romana wî de jî tehma xerîbîyê tê. Bivê-nevê mirov tehm jî dike. Mirov, "Dibîne ku axa pîroz, axa ku mirov li ser hatiye dinyayê ye."
Mirina Kalekî Rind, pirtûka Mehmed Uzun a duyemîn e, ku bi kurdî nivîsîye. Di sala 1987ê de hatiye weşandin. Lê pirtûk encax di sala 2004a de li Stenbolê hatiye çapkirin. Sedema vê tiştê herî hindik hûn jî texmîn dikin...
Roman piştî ku meşa Serdar Azad, ku li ser sînora axên kurdan bi saetan berdewam kiriye û dema ku amadehîya ji bo çûyîna Avrupayê (îsveçê) dikir li ser encama tesadufekî bi nasîn û denglêkirina Kalekî Rind de dest pê dike. Di romanê de tiştên ku hatiye vegotin ji çîroka jiyana nivîskarê nîşaneyên kûr û otobiyografîk dihewîne.
Piştî ku Serdar Azad û hevalê xwe sînorê derbas dikin, diçin gundê herî nêzik. Demsal payîz e. Û ew êvar Serdar Azad û Kalê Rind rastî hev tên. Serdar Azad fêm dike ku bilûrvanê hoste Kalê Rind kesekî cipcuda ye. Cudabûna wî bi gotinên wî, şîrovekirin û axavtina wî, muzîk û amûrên wî diyar dibû. Banga ku Serdar Azad bi Kalê Rind re dike wekî nameyekî ye.
Rind helbestvan e, rêzdar û qelender e. Ew hosteyê tesewûfê ye ku rasteqînê digere û hin caran jî dibîne.
Piştî du salên din Serdar Azad vedigere li Kalê Rind dinêre, li guhdarî dike û li gorî