Şahin elçi

Şahin elçi
@msahinelci
Neazad
Ez li te digerim şev û roj; Bê te jîyan li min bû doj Li te te digerim nav bajarên bîyanî, Li nav welatên bê kart mayîn, Ev e gul û ev e bilbil û ev e stran Lê ka tu kûderê yî; Gulistan... Sond xwarî me ez dê bigrim destên te; Bi van destên ne azad... Hem bê te bê cih û bêwar Hem exsîr ûhem giriftar; Li nav cîranên rû hişk û sar, Hemû hov in an hemû mar? Li zindanek hîstîr dîwar, Li ser te bûm e dîn û har... Ka kû ve birevim yar... Bi van lingên ne azad. Kî çi bêjê, bila bêjê xem nînin. Dibêjin tu dîn î, lê belê ew bixwe dîn in Hesreta rizgarîyê dil û hinav kirine birîn Tu xweştirî ji min re ji rikehên zîv û zêrîn... Dixwazim bijînim, bi awayê sê rengan Her sê rengê; gulên li baxê te Gulistan... Dixwazim bijînim wek bazehek bilindfir; Divê maç bikim destên te; bi van lêvên ne azad... Ez deşt im, tu yî zozan Tu bêrî yî, ez im şivan Dixwînim ser te bûm hozan
Sayfa 19 - Doz·Kitabı okudu
Şiir
📚🔔 Tatil zili çaldı! Bir yıl boyunca verilen emeklerin ardından şimdi dinlenme, keşfetme ve yeni maceralara atılma zamanı. 🌞 Bu yaz bol kahkahalı, bol anılı ve elbette bol kitaplı geçsin. Tüm öğrencilere keyifli tatiller diliyoruz! 💙📖
EZ Û JIYAR
Babo jiyar Dayka te, kiçol û hejar Mane bi rê ve. Bawer nakem em bibînîn Ji evro pê ve. Ez nizanim! Caşa girtin. Avê birin, Yan goristana hingaftin. Bes bike girî. Bes bêje min: Ka dayka min. Ev çende şîr ne daye min? Ha çi nema em dê gehîne çîyayê şirînê Zom û bayêt feraşînê Derbeder li wêrê di mişe ne Paşî şîr nabîtin xem e Bes bêje min: babo sar e Sireka dijwar û har e Bes bike girî Ew saçima serê min birî Min nakûjit Devî veke Xwîna ji serê min dipeşît in hêdî firke Jê netirse Eve şîrê spî ye sor bûyî Çunkî babo Kewdana sor spî kirin Spî sor kirin. Babo jiyar
Sayfa 207 - Berbang·Kitabı okudu
Şiir
Xatirxwazî-Veda
Destên min de, guhdarê rehjenîya bêdengîyê bike, Di guhdar bike, dilê min bistîn bila biçê! Porên min bigir, bi çavên xwe yên agir Çavên min yê şil binhere bila biçê! Bimeş, sîya te, te rêbar dike, Hûr hûr wenda bibe ji dûran Dema tu rê bizivirî paş xwe binhêr e Di quncikê bibe bist mayîn bila biçe! Hêvîyên min ketin şopa salên te, Ketin mîpora te ya herî hejhejok, Wekî pelçima hişk ket destê te, Tu bixwazî berde ber bayê bila biçê! Necîp Fazil KISAKUREK WERGER: Şahin ELÇI
Şiir
Fermo, ji we re rastîya Dîcleyê; Guhê min li dengê te, ko qîrîn e, hawar e. Çavê min li pêlên te, ko xuşexuş e, herikîn e. Ji deverên dûr ber bi deverên dûr e, di nav wext û heyaman de. Dengê te, ko bi dengê ba, baran û berfê ve yek dibe. Endam û bala te, ko bi tîrêjên tavê, çirûskên heyv û stêrê li hev dipêçikine. Li dengê te guhdarî dikim, ko kûr e, dûr e, nûr e. Her roj, her þev, ji jor ber bi jêr e, li vir e, li wir e...
Sayfa 23 - Nefel·Kitabı okudu
Edebiyat
We xwest, ez ê jî bibêjim. Qendîlê pêxin û li dengê jibîrbûyiyan guhdarî bikin.
Sayfa 13 - Nefel·Kitabı okudu
Edebiyat