"Helbest tiştekî wiha ye ku bê wê nabe, lê xwezî min bizanibûya çima bê wê nabe."
-Jean Cocteau
Silav ji miriyên helbestê re :)
Piştî xwendina vê pirtûkê baştir têgihiştim ku çi xezîneyek heye di edebiyata kurdî de. Min zewqeke mezin girt ji xwendina vê berhema kurt û kûr. Berhem, cureya hevpeyvînê ye ku di navbera sê nivîskarên kurd de pêk tê: Çîdem Baran, Fewzî Bîlge û Ehmed Ronîar. Ç. Baran dipirse, her duyên din jî dibersivînin. Hevpeyvîn di derheqê helbestê û hûrgiliyên wê de ye. Ç. Baran, bi berhema Platon a bi navê ÎON dest bi hevpeyvînê dike û di pirsa ewil de dixwaze nîqaşê bibe ser vê yekê: gelo meriv di helbestê de dikare li aqil bigere yan na? Helbet bersivên maqûl digire û bi vî awayî suhbeteke xweş di navbera wan de geş dibe, li ser çima û çawabûna helbestê.
Tişta sereke ya min ji vê hevpeyvînê fêhm kir ev e: helbest di her serdemê de ji pirsgirêkên civakî re bûye bersiv, bûye neynika civakê, bûye gazin û hawara miletan. Ne mumkin e meriv helbestê ji civakê û meseleyên civakî bişo. Li gorî rewşa serdeman ruh û wateya helbestê jî tim guheriye, hîn jî diguhure, teşeyên nû digire û serdanpê polîtîk e. Meriv dikare bibêje helbest gava xwedî helwest be bi kêr tê, wekî din ji xwe her kes dinivîse.
Helbest çima tê nivîsandin û çawa tê xwendin. Helbestvanan çima exleb di temenekî ciwan de xwe kuştine. Îlham çi ye û çawa tê helbestvanan, mijarên sereke yên helbestan çi bû ne...û pirsên dîtir. Hemî jî xwedî bersivên ronîker in.
Ji bo helbestvanan jî dikarim bibêjim gelek navên girîng ên cîhanî derbas dibin, ji wan navan çend mînak: Mayakovskî, Trîstan Tzara, Lorca, Fatma Savci, Bîlge Sumer, Nûroj Mûnzûr, Rojen Barnas, Dost Çiyayî, Selma El Caysî, Slvya Plath, Berçema Mişrîtan, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Baba Tahirê Uryan, Mestûre Xanim, Charles