Bûn yan jî nebûn, -serî binî, pirs tev de ev e!
9/10
·272 syf.··
Beğendi
·
2026 25. kitabı
·
3 günde okudu
·
Okunma: 20 Mayıs 2026 15:08
Pirtûkek wek kulîlkek ji klasîkên İngilizî ango ji wêjeya hewşa cîhanê, îro bi xêra birêz mamoste Kawa Nemir bi kaniya Zelal, bi zimanê Kurdî hatiye avdan. Wê bêhtir tovên xwe bavêje dîroka edebî, wê bêhtir geş bibe û wê bêhtir bêhn bide pêşerojê. #k:86558sha William Shakespeare Hamlet
Kurdî
HamletWilliam Shakespeare · Lis Yayınları · 201158,5bin okunma
Sîlav ji bo her kesî :)
Puan vermedi·256 syf.··
2026 95. kitabı
·
27 günde okudu
·
Okunma: 16 Mayıs 2026 19:31
Min xwest ez vê nirxandinê bi zimanê xwe, anku bi Kurdî binivîsim; ji ber ku ev yek ji bo min çavkaniyeke mezin a şanaziyê ye. "Waris"... Ev nav wê her dem di hişê min de bimîne. Ew jineke pîr têkoşer e ku ji nava çolê derket, jiyaneke butunî cuda ji xwe re ava kîr û tu carî teslim nebû. Ew ne tenê xwe xilas kîr; di heman demê de bû dengê jinên din û keçên piçûk, û ji vê neheqiya hov re got "raweste". Piştî ku xwe xilas kîr, dor hatibû wan keçikên piçûk û bêparastin. Li pêşberî me çîrokeke jiyanê ya rastîn û hejîner heye. Aliyê herî xemgîn jî ev e ku ev tiştên hatine vebêjan butunî rast in û hîn jî bi hezaran keçên piçûk dibin qurbana adab û rûberên weha zordar û bêrehm... Waris, ji jiyana çolê ya bi serê xwe û sade derdikeve û xwe di nava cîhana qelebalîg, xerîb û zalim a bajêr de dibîne. Lê ruhê wê yê têkoşer û biryardariya wê, dihêle ku ew çîroka xwe ji nû ve binivîsîne. Li her welatî, li her derê cîhanê bi hezaran jin hene ku rastî zordarî û zilmên weha tên. Dema ku min pirtûk dixwend, min her dem ev pirs ji xwe kîr: "Çıma? Çıma her dem jin neçar in ku van hemû êşan bikişînin?"
1000Kitap
Çöl ÇiçeğiWaris Dirie · Bilge Kültür Sanat Yayınları · 201411,7bin okunma
Etimoloji Defteri
Mücellit Nedir ?
Rêwîtiyeke Kurt-mancî li Welatê Pirpirokan
10/10
·80 syf.··
Beğendi
·
2026 20. kitabı
·
13 günde okudu
·
Okunma: 23 Şubat 2026 14:12
Mihteşşşem! Piştî Mehmet Dicle, cara ewil e ez ji ziman û uslûba nivîskarekî hewqas hez dikim. Rûbar Elî, kekê ezîz, Xwedê yeke te bike hezarî û lingê te li keviran nexe. Ev berhema li ber destê me, Welatê Pirpirokan, çend meh berê ji weşanxaneya Nûbiharê derket. Berhem ji 9 çîrokan pêk tê û li ser hev 78 rûpel e. Hemû çîrok pişta xwe dispêrin rastî û pirsgirêkên civakî. Nivîskar van pirsgirêkan ji nû ve honandiye û bi zimanekî helbestkî, bi helwesteke henûn, bi hûrik hûrik vegotiye. Ev berhema wî ya duduyan e, ya ewil Spêle (herçî nexwendine hûn li hêviya çi ne?!:) jî kêm zêde wiha baş û serkeftî bû. Lê dikarim bibêjim ku Rûbar Elî xwe ji aliyê vegotinê ve gelekî pêş xistiye. Gelek nivîskar hene tu dibînî bi dehan pirtûkan dinivîsin lê tu di wan de pêşketinekî an jî guherîneke erênî nabînî. Ji cihekî şûn da ev dibe dubarekirin û ji tehmê derdikeve. Lê Rûbar Elî berê xwe daye pêşketinê.. Piştî xwendina herdu berhemên wî, baş serwext bûm ku Rûbar Elî çavdêrekî gewre ye û bala wî tim li ser hûrgilîyan e. Ya ku berhemên wî ewqas serkeftî dikin ne mijara çîrokan e, lewra mijar pirr nas û ji nava me ne, tiştekî efsûnî jî tune ye di çîrokên wî de, hemû ji rastiyê ne û bi nêrîneke realîst hatine nivîsandin; bellam gelek caran tişta muhîm ne "çi" ye, ew "çawa" ye. Yanî mebestim çi ye? Eve ye: Rûbar Elî wekî gelek nivîskarên kurd, ji bîra miletê xwe avê vedixwe, dibe şahidê pirsgirêk û rasteqîniya miletê xwe, piştre tê van tiştên ku şahidiya wan kiriye ji nû ve lê bi şêwazeke derasayî dihûne, vedibêje. Ango beriya ku em li ser sekeftîbûna vê berhemê rawestin, divê em vê pirsê ji xwe bikin, ka gelo vî nivîskarî van çîrok û bûyerên tê da "çawa" vegotiye, bi şêwazeke çawa? bi zimanekî çawa? bi nêrîneke çawa? Bersivên van pirsan dikin ku em li ser serkeftîbûna berhemê çend tiştan
Welatê PirpirokanRûbar Elî · Nubihar Yayınları · 202512 okunma
6/10
·88 syf.··
2025 20. kitabı
Payiz û Ziyab, du dengên vê pexşana kurt (novella) ne. Du deng, du him an jî du kesayet in. Ew du alî ne: dengê hundirîn û yê derve, tarî û ronî, rih û beden, Ahura Mazda û Ehrimen. Ev şerê di navbera her du aliyan de heta dawiyê didome. Kesayeta me hebûna xwe li hemberî baviksalarî, civak, çanda kevneperest û pergala desthilatdar a zordar ava dike. Helbet ev yek pir zehmet e û nivîskara me li pey bersiva vê pirsê ye: Gelo jineke Kurd dikare hebûna xwe ava bike? Kesayeta me her çiqas li dijî dayika xwe û tevgerên wê be jî, bêdengmayîna wê rexne dike, lê di dawiyê de, dema ku li neynikê dinêre, di heman demê de pêşî diya xwe û paşê jî xwe dibîne.( #286234548 ) Gelo hişkbûna erdê û bilindbûna asîman çarenûsa vê axê ye? Xwîner jî tevlî nivîskarê dibe û li pey bersiva van pirsan diçe. Bi herikîna hiş, avakirin û hilweşandinê (deconstruction) ve rêbazên serdema nû hatine karanîn. Di heman demê de metafor, remz (zeryaya bêbin, neynik, kevir, genimê hişk) û xweşbêjî jî hêmanên balkêş ên berhemê ne. Siyasetbûna eşkere çav li mînorîteyê diqîrpîne. Dema nivîskar Kurd be, helbet hîmê berhemê li ser hêmana Kurdbûnê tê avakirin. Eger nivîskar jin be, hîmê berhemê jî li ser jinbûnê û hebûna wê tê avakirin. Her çend hêmanên raveker û dîdaktîk carinan xwîner aciz bikin jî, berhem bi xweşbêjîyê serkeftî tê ser hev û kuta dibe.
Edebîyata Kurdî
Payîz an jî ZiyabSuzan Samancı · Avesta Yayınları · 202414 okunma
HEÇKUÎZMA DUXALÎST
8/10
·206 syf.··
Beğendi
·
2025 12. kitabı
·
12 günde okudu
·
Okunma: 26 Haziran 2025 10:52
Lİ DÛ BİHUŞTA BERZE “Heke em mehkûmê zemanekî bin, zeman jî mehkûmê mekanekê ye.” 186 Çîroka Profesorekî ketî duv folklora efsaneyên dîrokê û Sofî Omer. Profesorekî dêya wî Pûr Xanim (Colemergî) û bavê wî Kanî Beg (Cizîrî); profesorekî li Zurîha Swîsrê hatî dinyayê, li wê derê çûyî zanîngehê û piştre, “bo bernameyeke nava zanîngehan tê Amedê, careke din paşve venagere-73” . Çîroka Profesor Mîrza: “,agahî ji Mîrza re tê, KU dayika wî, bi mêrekî Alman re diçe, bavê wî dide dû jineke Fransiz. 74”. “…rojekê nameyek ji welatê biyanî jê re tê KU dibêje; dayika te miriye bila hayê te jê hebe.” 74 Û û û “Jîyana Profesor Mirza hatibû û li gotina “heçku” asê mabû.” Û û û “Hûû Eşimm Wihû! Tûşî Papa! Ho Şaturna!” Û kutekuta dilê wî li ser bêndera şevê gêre dikir. -175 Çîrokeke enteresan, balkêş lêbelê em ê ne li ser tevna çîrokê û teşeya vegotina romanê rawestin, bêtir behsa kesayîya zimanê li romanê bikin. “Êdî qîma dilê wî bi Çİ gotinan nedihat û sebra wî bi ÇU tiştî nedihat. Dinya lê hatibû hev..heçku. Dîsa dihat û diçû xwe li “heçkê heçkuyê” asê dikir. Her tişt jê re bi qasî “heçkuyekê” dûr, bi qasî “heçkuyekê” jî nêzîk bû.” 227 1- Êdî qîma dilê wî bi Çİ gotinan nedihat û sebra wî bi ÇU tiştî nedihat. 2- Dinya lê hatibû hev..heçku. 3- Dîsa dihat û diçû xwe li “heçkê heçkuyê” asê dikir. 4- Her tişt jê re bi qasî “heçkuyekê” dûr, bi qasî “heçkuyekê” jî nêzîk bû.” Ev çar hevokên li pey hev “kesayîya zimanê li romanê” nîşanî me dide lêbelê dîsa jî em li tevahîya romanê binêrin. 1- .. Duxalîzm (cotxalîzm) Tişta li romanê herî ewil bala mirov dikêşe, bikaranîna xalbendîyan e. Ji bo li romana nivîskar a bi navê 4 Kotra 4 Çela bala min kêşabû, bi teybetî min bala xwe da bikaranîna xalbendîyan. Ji vê hêlê ve vegûherîneke darîçav xwe dide xwîyandin. Anarşîya
Edebiyat & Roman
Li Dû Bihûşta Berz EOmer Dilsoz · Peywend Yayınları · 20222 okunma
“Qewameke paranormal” û “kitêbên dertexeyyulî”
9/10
·224 syf.··
Beğendi
·
2025 10. kitabı
Xwendina romaneke“Qewameke -post-paranormal” a bi kurmancîya Amerîqanî û ji “kitêbên dertexeyyulî” dûr Jiyana Asayî Ya John Anders “Seyr bû a rast, merivatîyeke min bi John E. Sandersê dîndar ê emerîkan re tinebû, her wiha bi John Saundersê sînaryonûs ê Hollywoodê re jî, navê wî li ser rûpeleke rojnameya San Pedro-News Pîlotê bû, hejmareke lapê kevn bû, ji nava qutîkeke li xeracê derketibû, March 11, 1940, bi tenê ‘u’yeke xwe ya zêde hebû û ew ‘u’ di nava demê re ketibû ‘halê werîsekî’ Jiyana Asayî Ya John Sanders/Şener Ozmen) (13) Roman, bi vê hevoka ji hêla xalbendîyan, hevoksazîyê û gelek mijarên din ve ‘ecêb, sosret, seyr, aloz û xerîb dest pê dike. Kesên kesatîya nivîsîna Şener Ozmen dinasin, zêde pêça xwe nadine allegorîya hevokên wî yên kompleks; çikû dizanin ew hostayekî zimên e û çawa peyvan li bin hûkma xwe nola marekî direqisîne Li edebîyatê bikaranîna zimên mûhîm e; eger ew berhem bi kurdî be, bikaranîna zimên hê mûhîmtir e; çikû pirs(grêk)eke wiha heye: - Kîjan kurdî? - Kurdîya kurmancî. - Kîjan kurmancî? Li kurmancî ji bilî cêbûna zaravayan, gelek sîstemên ji hev cê yên devokî û herem hene û bandorê gelek zimanên din… Çikû bi sedsalan e kurd ji bilî zimanê xwe bi zimanekî din (elfabeyên wan ji hev cê/carinan 2-3 ziman) jî dizanin û bi wan zimanan dijîn. Kurdên bi tenê bi kurdî dizanin zaf kêm in. Loma hin cêbûn ketine navbera zimanê kurdan de. Mînak: Kurmancîya kurdên bi erebî dizanin û yên bi tirkî dizanin ji hev dur ketine. Ji bo Şener Ozmen hem bi gelek zimanan dizane hem jî bi gelek devokên kurmancî yên heremî jî dizane û dixwaze bi vê teybetmendîya xwe zimanê li berhemên xwe dewlemend bide xwîyandin, hemûyan bi kar tîne. Wê demê zimanekî dewlemend ê bi gelek sîstem û kesayî derdikeve holê. Em li zimanê li vê berhemê binêrin: 1-
Edebiyat & Roman
Jiyana Asayî Ya John SandersŞener Özmen · Avesta Yayınları · 20253 okunma