Ew mîrnişînana bo wê yekê durist nebûne da ku meliktî siyasî bo kultura kurdî peyda bikin, ji ber vê ew kultura bi dur ji desthilateka siyasî ya bihêz, nekarî pêş bikeve, yanî hîç yek ji wan mîrnişînana çavên wan ser wê yekê nebûn da ku sînora desthilatê xwe ragirin heta wan herêmên ku beramber tixûbê kultura wan dihat. Herdem hişeka rijd a herêmgerî li paşxana wan pêk dihanî. Di heman demê de hewl nedane kultur û zanyariyan ji bo xwe, yanî bi zimanê kurdî berhem bînin.
Bi raya min her projeyeka lêknezikbûn û yekbûna neteweyî pêwist e ji kultur ve, yan jî bi siyasetekî kulturî ve destpê bike. Çimkî yekbûna kulturî dikare xîmê yekbûna siyasî ava bike. Lewre her hegavej ber bi pêş ve bi pênava kulturî wek Engels dibêje; "pêngavek e ber bi azadiyê."
"Hezkirina welêt ji bawerî ye" holê dibêje pêxemberê me,
Reya rûmetê ew pêş me dike dixwaze bilind bibe serê me
"Her serbilindî ji bona Yezdan, ji bo pêxember, kesên bawermend
Quran dibêje vê gotina han, bide bala xwe birayê lewend .
Çi gav ava bûn hîngê dikarin wê ferza Xwedê em bikin eda.
Bi dilekî geş, rûyekî spî herin Hicazê bo mala Xuda...
Aşkı söyle aşkı iste aşkı oku aşkı bil
Aşkı gûş ol aşkı pûş ol aşkı nüş ol aşk-hâr
Tâ ki aşk olsun vücûdun sende benlik kalmasın
Çünki benlik kalmaz oldun ayn-i aşk u hûşyâr