evdal e evîn
ciwaneke kal e
û çîrokek e
li gel qulingê birîndar, bi mitale
kevintirîn e ji Mem û Zîn
û ji mêjûya hezar- sale...
dilê' m tu derwêşek î
dilê kê seh dikî
qesîda te betal e!
ba qulipî hîv tê werbû
havîn hişk bû stran kerr bû
madê payîzê re zer bû
şeqitî dem li dor û darê
hinar sor in bîhok zer e
li dû quling qaz koçber e
bi gûzê re j’gûn diwere
gewez bûn pel li çinarê
temaşê de lê guhdar im
nala xuşînê ez xwarim
dibêje hejke xembar im
dem payîz e’l sipîndarê
dem payîz e xem payîz e
dilînek bi dil dilîze
nola hemû daran zîz e
hinar û danê êvarê
temen li dû, payîzek tê
buhar biçê havînek tê
ha vê wextê ha vê wextê
kîşwer şaş bûn li min û yarê