Quling Ewr û Ba, nivîsa Mem Ararat e ku wêjeya Kurdî bi wê cihê xwe digire û manayên girîng tê de şikandine. Ev pirtûk, dîrok û rastiyên civakî yên xelkê Kurd bi zimên helbestî nîşan dide û di heman demê de ser rewş û hişyariya xemgin a mirovan li ser fêmek têr dike. Di nav pirtûkê de, cihanê bi nimên xwezayê tê peyivandin û çendeyên jiyanê û hêvîyê bêhtir nîşan dide...
Zimanê wê zû û manayên wê zext bikare xwendekarên ji bo fêmkirinê û hestyarî ya binçav dike. Quling Ewr û Ba, tenê bo kesên ku wêjeya kurdî nas dikin ne, lê ji bo her kesekî ku hestên giştî ya mirovî têgihiştin dixwazin jî, yek pirtûka bêrîndarbûyî ye...
Evdalê Zeynikê di nav gelê Kurd de kesekî navdar e. Li gor min jiyana Evdalê Zeynikê her Kurd bixwîne û bizanibe. Li dijî zilma Egîd Bey e tenê bi dengê xwe radiweste... Ya rastî ger li hemberî zilm û îxanetê her kes, bi taybetî jî mirovê kor karibe tiştekî bike, teqez tiştekî ku her kes dikare bike heye.
Çi qas zulm hebe ji, lawê Temo hat dinyayê û çavên Evdalê Zeynikê vebûn û baskên qulingê ji saqbî. Her zulm hêviya xwe bi xwe diafirîne.
Pirtûk a Mem Ararat ji gotinên stran û helbestan pêk tê. Em evîndarê stranên wî bûn, niha em evîndarê helbestên wî zî ne. Çi di got Mem Ararat; Kurdî hîn bibin, Bi rastî Kurdî zimanekî pir xweş e.
Pirtûka Nêçîrvano ji heşt (8) çîrok û serpêhatîyên kilamên dengbêjan pêk tê. Nivîskar çîrok û serpêhatîya kilamên navdar ên ku dengbêj bi salan e dibêjin û di nava civakê de cihê xwe girtine û bûne malê gel nivîsandine û tevî forma wan ya dengbêj dibêjin jî di nav hev de hûnandine. Bi vî rengî mirov hem çîrok û serpêhatîya kilamê hîn dibe hem jî kilamê bi xwe dixwîne.
Nivîskar çîrok û serpêhatiya kilamên wekî Evdalê Zeynikê û Surmelî Mehmet Paşa, Evîna Gulê û Çerçî, Hesen û Asê, Nêçîrvano, Evdalê Zeynikê û Şêx Silê, Qazê û Quling, Xecê û Edûlê û Şerê Terxan bi awayekî serkevtî hûnandine û pêşkêşî xwendevên xwe kirine. Pirtûk di tama folklorê de ye û xwendevan dibe dîwana dengbêjan.
Nêçîrvano
Çiyayê Sipanê Xelatê bi mij û duman e, ji çavê Evdal û baskê Qulingê re derman e. Ji milekî pirtûka êş û kul û şînê, lê ji milê din re pirtûka kêf û xweşî û evînê. Cudahîyên wext û dewr û însanan lê hemanên bûyer û siud û qederan.
Kekê Mehmed Uzun bi vê pirtûkê dîsa huner û hostetîya xu ya nivîsê nîşanî me dike. Beguman hemû pirtûkê wî xweş û bi tam in. Lê ev pirtûk ji wan pirtûke wî ê dî cuda ye. Çima gelo? Wek min li sernivîsê jî gotîye ev pirtûk mîna helbestê ye. Helbesteke ku wek kanîyê diherike û di vê kanîyê de ji serî heta binî rewşekê sipehî tê de xuya dike.
Evdalê Zeynikê û wek ku ew dibêjê mehruma wî Gulê bi stranan dilê xwe ji hev re vedikin û jîyana xu dikin yek. Zarokê wan Temo, Meyro yan jî wek ku Evdal jêre digot Tavbanu û Bengîn û qulinga ku baskên we şikestî bûn perçeyek ji jîyana wan.
Jîyana Evdal û kilamên wî piştî ku reşahî ket ser çavê wî qulipî û ew kilamên bi kêf bûn bi xemgîn.
Eger hûn jî bixwazin gotin û peyvên Evdalê Zeynikê li ser dil û rûhê we hêlîna xu çêkê rajin vê pirtûkê û bixwênin.