Bi navê dostî û alîkarî û peyman,
Dixwin bê fihêt,
Malê me, erdê me, xebata me, tevî can...
Vê paşiyê Rohelat,
Hişyar bû ji wê xewa kambax û dirêj.
Ji bo azadiyê,
Keftelefteke gelek mezin dike ji mêj..
Ji her alî,
Welalparêzên bi rûmet serî hildan;
Her dikin bi mêrani,
Şerrê kolîdarê bizdok û xulamokên wan.
Her rojê ew,
Bi sedan û hezaran ji xwe didin kuştin.
Axa welêt a hêja,
Bi xwîna xwe a pak didin şuştin.
Ew dibêje, ev çend car in dixwazim xwe bikujim, ji xwe kuştinê pê ve tu riyê nabînim. Xwekuştin carek e, mirov dimire û hew, lê mirina her roj zehmettir e.
Li gor mîta Pepûk, keçikek dora heft salî, birayekî wê tenê heye û diya wan miriye, kecik bi nezanî birê xwe dikuje. Ev cinayet dibe felaketa wê, li ser birê xwe digiri, meytê wî diso û wî dixe bînê erdê. Ji Xweda re dibêje, "Xwedê min bike çûkek da ku ez karibim heta hetayê ji bo birayê xwe bigirîm." Dibêjin ji wê rojê pê ve dibe çûk û her hema dibêje:
Pepû
Kekû
Kam kerd
Min kerd
Kam kişt
Min kişt
Kam şut
Min şut
Wisan çûka pepûk hatiye afirandin. Loma kengî felaketek bi serê jinekê de were, dibêjin, "pepûkë” an "pepû" û xwe dixin konteksta keça ji kerban metamorfoz derbas kiriye. Ji ber ku pepûk her tim jinek e, ev peyv bi qertafa nêr, yanî wek "pepûko" pir kêm tê bikaranîn. Heta gotineke pêşiyan heye dibêje: “bûme bûk, bûme pepûk."
“Êvar e. Bihareke rengîn li dar e. Ji rojan, rojeke xweş û geș e; duşem e, şemî ye, în e, yekşem e, kijan roj e îro nizanim, lê ji êvaran êvara Newrozê ye û bi ser de jî bihar e, dil piçeki har e, aramiyê xwe li gerdûnê pêçaye.”