Ji destpêka tarîstanê;
Ji wê roja afat pê de hatî û karesatî,
Heta weke îro, ma çi bû û çi nebû?
Çend demsal buhurîn,
Çend hewar kerr bûn,
Çend zevî hişk bûn,
Çend hêvî zer bûn,
Çend êş û kul şîn û der bûn,
Xwedê dizane!
û ev dilê reben
Hê perîşan e!
Hê çav bi te şil û dil bi te nêm e,
û hê jî ez ê bi tenê me...