Macbeth
Kurteya Macbethê
Rojeke seqaya xwe bêhnçikên. Li Skotlendê şer li dijî serkêş û serhildêran berdewam e. Li çolxerabekê, li dereke bê dar û ber, sê pîrebokên ku 'sê xwîşkên nexalî' ne, li ber gurregurra 'ewran û şîrqeşîrqa birûskan, tên gel hev, piştî ku her sê bi kurtî bi hev dişêwirin, rêkeftinê çêdikin ku çerxa felekê bi destên xwe yên qurçimî bigerînin û pêk ve dibêjin:
"Fair is foul, and foul is fair:
Hover through the fog and filthy air."
"Heçî yekrû ye, durû ye; heçî durû jî, yekrû ye tam:
De bi fir û ger bidine nava moranê, hewaya 'hilî'heram."
Û biryarê didin wekî, piştî şer, Macbeth bibînin ku yek ji serdarên artêşa Şah Duncanê şahê Skotlendê ye. Axirî, qasid salixên serfiraziya di şer de digihînine Şah Duncan, Duncan li jêr kartêka lehengiya di şer de ya Macbethê şêrgele dimîne û payeya Baronê Cawdorê dibexşîne Macbeth. Di wê navê de, li ser riya Forresê, her sê pîrebok li Macbeth û Banquoyê serdarekî dîtir ê artêşa şah derdikevin. Pîrebok der barê gelek tiştên paşwextiyê de ji her duyan re berbêjiyê dikin, paşê jî betave(winda) dibin. Pê re jî Ross û Angus, du malmezinên Skotlendê, xwe digihînine dera pîrebok li Macbeth û Banquo derketî, her du malmezin xebera xêrê ji Şah Duncan tînin wekî cenabê Şah Duncan Macbethê serdar kiriye Baronê Cawdorê û cenabê şah dixwaze Macbeth û Banquo bêne hafê. Li dû vê xeberê, Macbeth di cî de matmayî û damayî dimîne, çima ku 'eynî gotina wan her sê pîrebokan diqewime.
...
Macbeth ketiye telleya berbêjiya wan pîrebokan, êdî ji wê kêliyê û pê ve pê dikeve di ber xwe de hino hino nexşeyan datîne wekî gelo hebe bi xwe bibe şah û dewsa Duncan zeft bike
...
Xatûn Macbeth jî bûye wekî masiya dermanxwarî, bê lic û bê tebatî li bendê ye ku Macbeth lê xe û Şah Duncan bikuje. Piştî şayîş û dudiliya dûr û dirêj, axirî