Hallacvan, Mansûr (858-922): Kevnarezanayê (Arkeelogé) fransi Louis Massignon, rojekê diçe Bexdayê û di dema lêkolînê de, li ser perçeyekê sewileké kevin rastê vê nivîsê dibe: Ji bo gihêjtina Xwedê, du rekat nimej ji bes e. Bes ku meriv, destnimeja xwe bi xwîna xwe bigre.' Xwediyê vê peyvê, Mensûrê Hallacvan (Mensûrê Hellac) e. Bi dîtina vê nivîsê re, xebata Louis Massignon a sihûsê (33) salan dest pê dike. Belê, Louis Massignon 33 salan li ser jiyan, felsefe, peywendî û şert û mercên wê demê hûr dibe. Dawî, nêzîkê 4000 (çarhezar) rüpel berhemek diafirîne ku ev berhem, li ser jiyana Hallacê Mansûr e. Ji ber vê yekê ku, Louis Massignonê fransî di derheqë Hallacê Mansur (Hallac El Mansûr- Hallaci Mansûr- Mansûrê Xellaci) de desthilat tê hesibandin. Zanayiyên di vi warî de yên ku hene jî bêguman, bi giştî ji vě berhemê hatine wergerandin û gihêjtine ber destê xwendevanan. Navê Hallacî Mansûrî yê rasteqîn, Abû Abdullah El Hiseyîn Bin Mansûr Bîn Mahamma El Beyzavi El Hallac e û di sala 856ê de, li herêma Tûr li Beyzayê hatiye dinyayê. Di wê dewrê de yên li Beyzayê dijiyan; di bin parastina dewleta Yemenê de bûn. Ji ber vê çendê, hatiye gotin ku Hallacî ji Yemenê ye. Belam, bapîrê wî mazdeîst û mirovekî îranî bû. Li gorî hinek zanayiyan ji, tê gotin ku bapiré Hallac û Hallac bi xwe jî, mirovek î kurd bû. Bi bavê xwe re, bi karê tevnejeniyê (hallackariyê) mijûl dibûn, ku piştre ev nasnav jî, dibe perçeyeke navê wî. Hallace Mansûr, bi hemû jiyan û felsefeya xwe re bingeha sûfîtiyê ava kiriye û wisa tê hesibandin ku sûfîtî; di gihêjtina Xwedê de riya sêyem c. Wekî ku tê zanîn di ramanên sûfiyên berê de, lihevhatinên sûnnî û muteziliyan hebûn. Le Mansûrî wiha bawer kiriye ku mirov, ne bi riya aqil û ne jî bi riya veguhastinê dikare bigihêje Xwedê. Ji bo gihêjtina Xwedê, pêwist e