Dibêjin zilamek û jina xwe diçin hecê, wezîfên xwe yên hecê tînin cih. Digihijin cihê ku kevira diavêjin şeytên.
Zilam dibîne ku jina wî dirajê kevirê mezin û diavêjê şeytên. Jê re dibêje:
-Keçê kevirê mezin neavêje, yên biçûk baveje.
Carek dido jina wî dîsa bi ya xwe dike. Zilam disa lê divegerê û dibêjê:
-Keçê ev çend caran dibêjîm te, kevirên biçûk biavêje. Şeytên jî melayiketê Xwedê te. Sibe du sibe dîsa li hev tên, ên di navbera wan de biçin dîsa em in!
Çi wiha dike ku mirov ji welatê xwe veqete? Ji bajarê xwe, ji tax û kolan û kuçe û cadeyên bajarê xwe veqete? Ji malên wî, ji deriyên malan ku ber bi hewşeke piçûk û darek du darên biber ve tên vekirin; ber bi mêwekê ku liq û şax û pel û hersimê wê bi ser erzêla nizm û çemiyayî de belav bûne.
Kolonyalîzm ji jor de hin şert û qedexeyan datîne ser civakan, carinan wan ji cihûwarên wan dike, carinan zimanê wan qedexe dike, heta navê wan qedexe dike, çand û adetên wan bisînor dike, dest datîne ser keda wan; wan ji tradisyona wan, ji zimanê wan, ji welatê wan, ji xizmên wan diqetîne, bi înkar û îmhayeke sîstematik wan dorpêç dike. Ji dêvla li ber herkeke asayî ya dîrokê jiyana xwe bidomînin, bi şoqeke ji derve rastî erdhejekê tên neteweyên kolonî ango bindest. Ev tiştên hanė biyanîbûnekê, parçebûnekê bi xwe re tînin.
li civakên bindest şidet di her kêliyê û cihî de berê xwe ji yekî/ê dide yekî/e din: zilam û dezgehên rejîma dagirker li mêran dixin, mêr tên malê li jinan dixin, jin û mêr û mamosteyê dibistanê li zarokan dixin.