Bijî Azadî û Serbestiya Ajalan
Puan vermedi·184 syf.··
2024 149. kitabı
·
16 günde okudu
·
Okunma: 25 Aralık 2024 11:04
"Sed hezar car şikir ku ez Gemal im...ez beşer bûma min dê çi bikira?" (13) Gemal (kûçik), pirtûka ajalên azadîxwaz û serhildêr e; rexneyek e di eslê xwe de ku li ser zilm û zordarîya mirovan a li hemberî ajalan hatiye kirin. Her çiqas serleheng kûçik bin û vegotin zêdetir li ser wan be jî, mijar ajal bi xwe ne û behsa hemî ajalan tê kirin di berhemê da, tewr ajalên wek ker, meymûn, ga û çend hebên din wek lehengên alîkar cih girtine, car caran tevlî axaftin û guftûgoyan bûne. Berhem ji me ra behsa wan ajalan dike ku ji zilma beşer direvin û ji bo cihekî ewle, ji bo cîhaneke ku tê de bi rehetî bijîn dikevin rê. Ev ajal ne tenê ji deverekî herweha ji gelek deverên cuda têne ba hev, bi hev re rêwitî dikin, di vê rêwîtiyê da hevdu dinasin, ji hev re qala jiyana xwe ya berê, qala rewşa welatên ku jê hatine dikin. Di serî da em tenê dîyalogên kûçikan dibînin, lê rêwîtî çiqas dirêj dibe, ajalên nû tevlî wan dibin. Ji wan ajalan yek jî ker e. Dîyalogên ku kenê mirov tînin di navbera kûçikan û kerê da derbas dibin. Yek ji wan: - Heya ez bi te bidim famkirin, ez ê bibim wekî te hey ji ker kertir! - Ker bavê te ye...te fam kir? :)) Divê em nekenin û derbas nebin, lewra di pirtûkê da jî em dibînin wek jiyana rasteqîn hin taybetî li ajalan tê barkirin û ev taybetî êdî wek kodan di hiş da cih digirin. Mîna ku ev ajal bi van taybetiyan va hatibin dinyayê. Ker her tim wek ajalên gêj, efsene, dereng têdigihijin hatine şayesandin; ev yek di berhemê da jî bi heman hawî ye. Ker dema behsa xwe dike jî li gorî van kodan xwe dide nasîn, helbet ya ku ajalê wiha dide axaftin dîsa xwediyê van kodan e. Ango beşer bi xwe ye. Ez dibêm we jî wisa pê derxistiye, belê rast e, ev pirtûk gelekî dişibe pirtûka George Orwell a bi navê Çewlika Ajalan. Heman lêpirsîn û lêgerîn di vê pirtûkê de jî heye,
GemalXusrew Caf · Avesta Yayınları · 20243 okunma
Gulên qasid | Fatma Savci
10/10
·112 syf.··
Beğendi
·
2024 46. kitabı
·
14 günde okudu
·
Okunma: 19 Ağustos 2024 19:53
Carna destpêka pirtûk e kê dikim û dibejim gelo çi li benda min e ? Gava dest pê dikim dibem qey hinek pirtûk ,gîyana min berî min çûyî di nav pel ê we pirtûk e veketîyi , nan xwarîyi û xew çû yi… û kolan kolanê we pirtûk ê gerîyayi…Ji min ra nas tê … Ev pirtûk dişibe êş a wêlate min, û zarokên welatêmin î bê xwedî … Hinek hevok wek a bayê hişk u sar li ser çave min dikevi di nav a ve pirtûk ê… Mînak hevok ; “ Û hew dikarim rakim, laşê zilamên bê welat û bê evin ku bi pey namûsê ketine...” Û hinek bêje ramanên xwe yî li ser “Jin” ê bi hevoke kê binivîsîne , ez ê ev hevok rez bikim … Helbestên li ser pel ê tutînê hatîye nivîsandin wek a behna tutînê tûji , û wek kişandina çıxarê jî xweş . Ez kelecanim ji bo pirtûke te yî din ê , Fatma Savci … Gelekî ji pênûs a te hezkir , û hestên te yî wek a av ê diherikî … Xwendin xweş hevalno
Gulên QasidFatma Savci · Avesta Yayınları · 200612 okunma
Etimoloji Defteri
Mücellit Nedir ?
Çend gotin li ser çîrokên rengîn û dudilî ya lokman polat
Puan vermedi·80 syf.··
2023 28. kitabı
Di meha cotmehê de pirtûkek Lokman POLAT di weşanên çandnameyê de wek pdf derçû. Polat ji bo pêncî saliya xwe çîrokên ku di pîrtûkên wî yên cur be cur de derçûne kom kiriye û di sala 2007 de li weşanên Helwest forlagê de weşandiye.   Ez jî temenekî dirêj û tijje ji bo wî dixwazim. Polat bi zimanekî ji kompleksa akademîkiyê! dûr, bi zimanê nav gel bi zimanê gundê xwe çîrokên xwe nivîsîne, ji ber vê yekê jî zimanê çîrokên wî xîtabê temmamê tebeqeyên gel dike. Herkes bi hêsanî kare wî bixwîne. Çîrokên xwe wek serpêhatiyan dinivîse ev jî dibe mîna ku bi xwendevan re sohbetek bike.   Pirtûk ji heşt çîrok û hin nivîsên ku di derbarê polat û çîrokên wî de hatine nivîsîn pêk tê. Emê danasîna çîroka “Du Dilî” bikin.   Çîrok behsa keçikek dike, navê wê Narîn e. Narîn keça bavek welatparêz e. Narîn û Mehsûm ji hev dikin, Mehsûm di nav tevgerek welatparêz de ye û bi hawayek Narînê jî tev li tevgerê dike. Li Stenbolê jî kovarek vê tevgerê heye, berpisyarê kovarê tê girtin û di şûna wî de Narînê tînin ser kovarê. Di vê navberê de Narîn û Mehsûm bi hev re dibin û Narîn ducanî dibe lê ji ber ku Mehsûm vedigere welat haya wî ji vê bebikê çê nabe.   Narîn li vir him ji ber rêgezên civakî him jî ji ber rêgezên tevgerê fedî dike ku ji kesê re  him behsa evîna xwe û Mehsûm bike him jî behsa zarokê zikê xwe bike.   Narîn ji bo jiber girtina zarok dikeve du diliyek mezin. Dilek dibêje biçe ser tixtor û bebikê bigir, dilek jî dibêje negir û bebika xwe eşkere bike û banê Mehsûm bike bila vegere ba te. Evîn di dayîna biryarê de zehf tengasiyê dikişîne.   Mirov dema bêgav dimîne mirov nizane çi bike. Mere xwe wek ku di navbera du keviran de bimîne hîs dike. Ev neçarî hiş û bîr û aqilê mere ji serê mere digire û mere di mijarên herî sivik de jî dibe weka dînan û diltengiyek reştarî
Çîrokên RengînLokman Polat · Helwest · 20075 okunma
Lilava "zexel"a weysel tirpan
Puan vermedi·168 syf.··
2020 31. kitabı
Niha di dest min de pirtûkek ku tiştinên ji  temmamê jiyanê di naveroka xwe de dihebîne heye. Mîna ku nivîskarê vê pirtûkê di çîrokek xwe de behs dike ; -Ez li pirtûkek digerim. – Yeka çawa? – Bila tê de evîn hebe,şer hebe,kuştin hebe,îxanet hebe, jin hebe, dawet hebe,zilamekî qeşeng hebe,desmal di dest de bila bibe sergovend tew,tew,tew,kî zava, kî paşa … -Belê. Qasekî bisekine, ezê binivîsim û bînim… Erê erê behsa “Lîlav ” a Weysel Tirpan dikim bi rastî jî wî wê pirtûka ku xwendevan xwestiye nivîsandiye û hanîye, tê de her tiştê jiyanê heye. Pirtûk di sala 2016 an de ji weşanên avestayê derçûye,ji 148 çîrokan pêk tê. Bi piranî çîrokên li min bandor kirin çîrokên xerîbîyê bûn,çîrokên nîvcomayî,û çîrokên ji welatê xwe dûr ketî bûn. Dema min ev pirtûk xwend bi hin çîrokan keniyam min nexwest çîrok biqede,bi hin çîrokan giriyam û min şikir kir ku çîrok ewqas kurt in. Pirtûk qediya lê naverokên wê di hişê min de govendê digirin. Gav min dikenînin,gav min xemgîn dikin lê tim û tim min didin ramandin. Erê erê,lehengên vê pirtûkê em in, nas û dostên me ne û yên ji me dûrketî ne. Weysel tirpan bi vê berhema xwe bûye mînakek ji bo edebiyata cihanê çimkî kurteçîrokên wî pir kurt in hetta pirên wan ji yek hevokek pêk tê. Nizanim, belbî mîna ku dîsa nivîskar di çîrokek xwe de gotiye,ji tirsa mirinê ye ku wisa kurt nivîsandiye. Lê çîrokek wî heye ji xeynî  sernavê wê tu tiştek nîn e lê peyamek pir watedar tê de heye. Navê çîrokê “zexel” e nivîskar ji xeynê vê peyvê tu tişt nenivîsiye,yanê bi  peyvek behsa çîroka  temmamê zexeliyan dike.  Belbî jî westindin e ew, lê ji bo min pir watedar bû. Tirpan tenê bi nivîsa vê peyvê dixwaze bi xwendevan bide nîşan ku zexelî ev e tiralî ew e ku mirov naxwaze/nikare tu tişt bike. Gelo ew tiştê ku vê jiyanê bi me dide jiyandin ango me
LîlavWeysel Tirpan · Avesta Yayınları · 201634 okunma
Puan vermedi·295 syf.··
2023 9. kitabı
Mêrxasekî ku evîna xwe di oxira welatê xwe de li pey xwe hiştiye... Keçeke ku ji bo evîna xwe ji neçarî bi salan li bendê mayî ye... Û wan heta bi mirinê ji hev hez kir, li hember her tiştî û ligel hemû astengiyan... Evîn karê we ye.
Yitik Bir Aşkın GölgesindeMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20207,6bin okunma
Divê em guhên xwe dengê xwîna xwe nexitimînin. Ber ku xwîn nabe av
9/10
·93 syf.··
Beğendi
·
2023 2. kitabı
Temurê Xelîl( Temurê Muradov. Muradov Hamlet) di sala 1949 de Erivan a Ermenistanê dayik buye. Malbatî bi koka xwe ji Bedlîsê jî bin.Li Digor a Qersê koçî Erîvan'ê kirine. Xeynî gelek berhemên xwe en bêhempa. Dengê Xwînê bi novelkî ristiye. Ev novel tevî du çirokên biçûk, çiroka xwe a sereke Dengê Xwînê ve pêk tê. Ziman dewlemend û xweru ye. Şêwazek wusa profesyonel e devokê wedatir qriqa Kurdên Sovyetê kar aniye. Derveyê ekola Sovyetê, zêdetir ser mijarê sekiniye. Metleb û mexseda wî a sereke famdekirina mijarê ye. Netewheziya xwe a dilovan bi keyfa dilê xwe bi kesayeta sereke Temo va hure hur hunandiye. Kesayetê sereke Temo û Alînaya biyanî dil berdine hev. Temo Alînayê pir hezdike. Lê dizane ku.Dema Alînayê re bizewêce. Wê zarokên wî durî ziman û çanda Kurdî mezin bibin û bijin. Dilê Temo vî tiştî ranake û dev evîna xwe a teretemiz berdide. Alîna wî a nazenîn jî alîkarê Temo dibe û hevvediqetin. Lê heya îro jî (Niviskar bi xwe axirya çirokê de dibeje) didome. Hevdu hezkirênek ew qas delal, alî kî milletheziya Temo bedilê dinyakiye. Li gorî nivîskar Temo û evîna xwe jî yek jî şehid ê welat e( #192952530) Çirok alîkî va ew qas romantik e ( evîn qet venamire) alîkî ve jî rexneyên cî bi cî dike. Yanê evîna welat ser evîna kesane. Şeyasandin gelemperî pir baş bun(#192946384).Lê a herî xweş bawerim a dengê xwînê bu(#192946509) Divê em guhên xwe dengê xwîna xwe nexitimînin. Ber ku xwîn nabe av. Niviskar hem di nava çiroka dengê xwînê( #192952495 ) hem jî di "Hem Şîş Dişewite Him Kebab"ê de. Rexneyê Kurdê ji bo kutê xelkê xwe wunda dikin dike. Çiroka dawî Buka Rubixêlî de jî dayika Kurd a serbilind û dilbixwîn bi aweyekî
Edebîyata Kurdî
Dengê XwînêTêmûrê Xelîl · Lîs Yayınları · 20093 okunma