«Kurdên ezîz, ji bîr mekin ku hûn jî ferdên milettê
kurd in û berpirsiyariyên we yên tarîxî hene. Eger em, hûn berpirsiyariyên xwe bi cîh neyinin, hingê em, hûn dibin kesên xirab û gunehkar. Çar hezar sal in ku milletê kurd li ser erdê xwe, li welatê xwe dijî. Lê îro, di vê gava tarî û reş ya tarîxê de erdê milletê me, welatê wî hatiye perçekirin, wêrankirin. Welatê me îro di nav şînê de ye.
tu jî çivîkek bûyî li ser guliyên min
li vî aliyê cîhanê bo te tunebû mafê firînê, ne jî çêkirina hêlînê
êdî hîn bûm, ku vê xakê tu car ji evînê re aj nedaye
bi salan, ku bi hilatina rojê xapiyam
min xwest tu jî baweriyê pê bînî, “ya ku hiltê ronahî ye"
Welat.
Welatê siûdxirab. Welatê bêkes, xirbe û kavil. Şewitî. Nezan û bindest. Welatê perçekirî, jihevxistî. Hêstir, xwîn, şîn. Sêdar û sehpayên li pey hev rêzkirî. Girtîxane û zîndan.