Li welatê xwe yî , li bajarê xwe, li çarşîyê yî, birçî dibî, diçî loqanteyê ku xwarinê bixwî, kurdek î û li ser hukmê xwe yî, xwedîyê loqanteyê kî kurd e. Ça bi te dixe , çav bi kurmancîya te dixe , kêfa wî tê . Tê cem te û ji te re dibêje , “ Helal be ji te ra.!” Dikenî û di dilê xwe da dibêjî , “ ji be çi, helal be ji min ra .! Ez li mala xwe me û bi zimanê xwe me.”