Difûre hilma tavê
Vedixwîne zozanan
Kulîlk e taca serê te yarê
Û keskesora li pey baranan
Gewza havîneke zer
Li banê welatê Meda
Şadibe bi pitikekê
Koçerim di wê rêyê da
Dikewînim brîna xwe
Bi xweliya kevnebajaran
Xunaviya li Zêrzewanê
Bû gol li qada Amîda
Dahatûya tefandî
Tov weşand li çar hawîran
Di paşla min de şitlek berû
Min spart axa girê şêra
Ji wê ye kenê tebaxê
Di xewlaneke zîz de me
Hindik mayê bimeşim
Maçek bidim wê yarê
Bi kîjan gotinê destpê bikim, nizanim.
Êş... Belê êş, tenê êş! Tenê em li vê dihesî dema ku me ev pirtûk xwend. Lê çi êş? Kîjan êş? Evîn? Welat? Feqîrî? Xerîbî? Bindestbûn?...
Wê kîjan peyv vê êşê bîne ziman, nizanim. Tenê peyvek têrê nake. Ji ber ku hemû peyvên bi êş dorpeç dike dilê mirov.
Lê kîjan mirov?
Her pirs wê wisa gelek bibe... Ne
Em ji bo zimanê xwe Kurdî dipeyivin, peyamên xwe bi kurdî parve dikin û pirtûkên Kurdî dixwînin heta ji bo wî em çalakiyan saz dikin. Lê min tiştek dît ku em pirtûkê eynî nivîskaran dixwînin. Mînak Occo Mahabad 213 car hatiye xwendin, 1764 heb jêgirtinên wî û 7 heb jî lêkolînên wî hene. Lê ez îro dixwazim ser nivîskarên jin bisekinim. Ez dibînim ku nivîskarên jin pir nayên xwendinê. Ez bi xwe jî naxwînim. Ji bo wî îstatîstîkên wan pir kêm in.
(Gulîzer: 35 xwendin, 146 jêgirtin
Dîlber Haco: 3 xwendin, 5 jêgirtin
Evîn Çîçek: 12 xwendin, 163 jêgirtin
Jana Seyda: 2 xwendin, 0 jêgirtin
Lorîn S. Doğan: 1 xwendin, 0 jêgirtin
Axîn Welat: 1 xwendin, 0 jêgirtin
Yildiz Çakar: 14 xwendin, 50 jêgirtin
Fatime Ferhadî: 1 xwendin, 0 jêgirtin
Nûroj Mûnzûr: 0 xwendin, 0 jêgirtin
Bêrî Bihar: 1 xwendin, 9 jêgirtin hwd.)
Dikarim zêde bikim lê ne hewceye ji xwe ji hev ne cudatir in. Daxwaziya min ev e ku ez êdî dixwazim jêgirtinê nivîskarên jin ê Kurd jî bibînim. Çend hevalên me hene parve dikin lê ne bes e. Divê ku em zêdetir bixwînin û parve bikin. Min çend pirtûka sîparîş da çawa werin ez dest bi xwendinê bikim, hûn jî bistînin an jî diyariyê hev dû bikin û bixwînin, parve bikin û hevalên ku dixwazin lêkolîna binivîsînin bila binivîsînin.
Ji kerema xwe navêjin paş guhê xwe :)
Berbang - Delalê Qerecdaxê (Ay Delal)
Ay delal ay delal…
Were delal, mi l’diyara diyarê sermîn im,
Tavek’ ketiye qerejdaxa şewitî, gulê b’avê mamdela rengîn e,
Tîrêjek xwe berdayî welatê boz hewayê,
Welatê cûlê’v berya b’avê bozîn e,
Qasîda xelkê rêwî-werçîn e,
Qasîda min û xelkê delal, çilê mibareka havîna,
Prîskê berfê, peşkê baranê, helkîna