Difûre hilma tavê
Vedixwîne zozanan
Kulîlk e taca serê te yarê
Û keskesora li pey baranan
Gewza havîneke zer
Li banê welatê Meda
Şadibe bi pitikekê
Koçerim di wê rêyê da
Dikewînim brîna xwe
Bi xweliya kevnebajaran
Xunaviya li Zêrzewanê
Bû gol li qada Amîda
Dahatûya tefandî
Tov weşand li çar hawîran
Di paşla min de şitlek berû
Min spart axa girê şêra
Ji wê ye kenê tebaxê
Di xewlaneke zîz de me
Hindik mayê bimeşim
Maçek bidim wê yarê
çiroka kûçikên birçî
bê welat jî mirov dikare bijî
mîna kûçikan
mîna kûçikên bêxwedî jî
dinya welatê min e
mirov dikare bêje
mîna utopîstan
mîna kuçikên utopîst
lê dema ku tu di ber kê re derbas bibî
pehîna xwe li te bide
biçî ku, herkes kûçikê xwe berra te bide
him tukes bêxwedîtiya te qebûl neke
him jî tukes li te xwedî dernekeve
û li seranserî cîhanê
hestiyên berateyeke bêxwedî jî tune be ku tu bikojî
wê demê belkî xwediyek û welatek ji te re lazim be
ji bo ku tu kûçiktiya xwe bijî!
Bi kîjan gotinê destpê bikim, nizanim.
Êş... Belê êş, tenê êş! Tenê em li vê dihesî dema ku me ev pirtûk xwend. Lê çi êş? Kîjan êş? Evîn? Welat? Feqîrî? Xerîbî? Bindestbûn?...
Wê kîjan peyv vê êşê bîne ziman, nizanim. Tenê peyvek têrê nake. Ji ber ku hemû peyvên bi êş dorpeç dike dilê mirov.
Lê kîjan mirov?
Her pirs wê wisa gelek bibe... Ne