Min hîn bêhna pora dayikan
Ji bîr nekiriye
Dizanim weleh dizanim
Ku havînekî qeşa girtiye bindestiya min
Çend helbestvan
Çend welat
Û çend jin û mêr
Eslê xwe girêdan bivê qedera min ve
Tu nizanî?..
Ey zarokno!
Lîstikeke wisa bilîzin
Ku
Şer ji qehra
Biteqe
Kenekî wisa li rûyê hev
Binexşînin
Ku ji kêfa ewran
Bi dildarî av biherike
Serşoka min
Da ku serê helbesta xwe
Pê bişom
- Welat Dilken
Û li rohelatê
Dema ko dinya hişyar dibe
...dengê.....strana azahî û serbestiyê,bila
Minâ tîrêjên rojê ên pak û zêrîn
Bikeve nav dil û guhên me
Bilûra min
Tu yî xemravîna dilkêtiyen welât...
Go ez bêjim wê dengê min pir bilind be
Piştre guhê guh li min guhdar dike tirsim ber u vajî bikin
Ji ber yê go min guhê diwarê derewan bixîne İnsane
Tirsim ji xwere xeyale kî çêkim wek ku cenneta xwedewend ez tê de hilperim
Ji ber yê kabusa berde xeyala min İnsane
Bi bazkên azadiye weke kevukekî di ezmanê welatê xwede ez newêrim bifirim
Ji ber yê