Ev bajar jî limin nehat , ezê biçim xerîbîyê
Ez ê li welatê xelkê binêrim li çavên xwe
Min tiştek fehm nekir ji dinê , ji jînê , ji evînê
Gava derîyê bîrê vebû ji dûrîyeka nêzîk
Ez ê biçim bibim pêlek li deryayên tarî
HEMŞERİ🌹
Hemşeriyê min
Xwede xêr bike ku tu hatiye ve xeribiye
Deka bêje min te çi tişt bi xwe re ani
di wi welate ku tu jê hatî
Ma çendek di axa gunde min li te giran bû
te bi xwe re ne ani malnemîrat
Qene silavek ba qene gulek ba gene berhûrek
Qene dilopek ji barana ezmanê welatê min
Tu çı hemşeriye ku tu dest vala hatiye vê denê
Diyar e te wek min êşa xeribiye nekişandiye birakoo
Ke ji te ra gotiye tahma xeribiye şêrîn e
Û ke ji te re ne gotiye keserek tenê ji di vê xerîbiyê de ne bi kûl û birîn e ...
Di 16 fotografa de jiyana neviyê Mîr Bedirxan, jiyana Celadet Bedirxan... Bîra Qederê romana jiyanek sirgûnkirî ye. Mehmed Uzun me dike şahidê êşa welatê xerîbiyê, êşa bê welatî û êşa evînê. Gelek caran mirov kelogirî dibe ji ber vê jiyana kambax. Bila cihê Celadet Bedirxan û Bedirxaniyan bihuşt be. Divê Kurd keda wan bizane , tu carî ji bîra xwe dernex e û xatirê Zimanê xwe jî bizane.
Bîra QederêMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20133,325 okunma
Dilo lo...
Vê sibekê xelkê mîn i delal çû welatê xeribiyê...
Kesek li mala tu nîn e, w'ezê sebra dilê pê bînim...
Derdê dilê min pir in, şevê kanuna şevine dirêj in...
Ezê rabim lêwik li dergûş xînim...
Jı derdê dılê xwe re rebenê, bılorînim, bılorînim, bılorînim...
Hêstirê xwînê, ser sê biskê dişê
Hinarê rûka bibarînim...
De bajo emrê dilê pê re...
welatê xerîbiyê 'nin ne anlama geldiğini öğrendim;
sürgün, kökten, ana toprağından koparılış, yabancı ve bilinmeyen bir yaşama mahkumiyet, unutuluş, sonu gelmez bir hasret ve nostalji.
O zaman welatê xeribiyê' nin ne anlama geldiğini öğrendim.
Sürgün, kökten ana toprağından koparılış..
Yabancı ve bilinmeyen bir yaşama mahkumiyet, unutuluş sonu gelmez bir hasret...
DENGÊ XERÎBİYÊ
Di vê meydana biçûk de dest pê kir. Zora hemû dengên din ên ku heya wê demê jiyana min hûnandibû, bir. Di ruh û dilê min de, ji xwe re cihekî taybet anî pêş. Dengê welatê xerîbiyê, naşibe dengên din mîna dengê seqemê ye, lê jê sartir e. Mina dengê şûrê mêrkujan e, lê jê tûjtir e. Mina dengê guliyên berfê ku hêdîka dikeve erdê, lê jê zîztir e. Mîna dengê kund û kundan e, lê jê bêtir bi tirs bû.
Dengê welatê xerîbiyê, guhdarên bîrbir! sar, zirav, zîz û tijî metirsî ye. Dengekî ku tu deng nikare wî haş bike, ji dilsozî û fikaran dûr bixîne û vegerîne dengekî xwe- zayî. Rengê welatê xerîbiyê, bi darê zorê dizê û dijî. Dema ku me ji welatê xwe bêdeng û bi kesereke kûr xatir xwest, pişta xwe da çemê Dîcle û ber bi welatê jor di nava leşker û berpirsên leşkerên Osmaniyan de, em bi rê ketin, min dengê wela- tê xerîbiyê di ruh û dilê xwe de his kir. Ev deng jî mîna êşa çavê min ê kor bû, kese- kî din nedidît, lê hîseke ecêb, nefes li min diçikand û ez diavêtim di nava pêlên xurt ên tevliheviya dil, ruh, bîr û hiş...