"Dibê welat rût e, tazî
De megrî welato megrî
De megrî welato megri
Yekî digo nav nifin e
Yekî digo pir birîn e
Lewra: dile min bixûn e
De megrî welato megri
De megrî Xuda li me kerîm e
Welatê min wê dinale..."
(Evdirehim Rehmi Hekari)
Erê welato , min ê navê te li ser berfa çiyayekî xêz bikira .
Wisa ji her kesî dûr .
Û min ê di tenêtiya te de xwe winda bikira .
De kes me nebîne .
Bila em her û her winda bin di nav pelên dîrokê de .
Bila kes kulîlkan daneyne ser gora me .
Bila gora me jî tune be .
Em bê gor bin , bê war , bê ax .
Û axxx û çi ax .
Bi xatirê te welato,
Bi xatirê te zimano
Bi xatirê te,
Tu ey zimanê dê,
Bav û kalan,
Kal û kalikan.
Tu ku hebûn û rûmeta min bûyî.
Bi xatirê te lo loo,
Çimkî tu êdî,
Ne zimanê zarûkên min î,
Stûxwaro,
Belengazo,
Evdalo,
Ma emê wusa ji hev biqetiyana,
Hema ewqas û wilo!!