"Kî Jan bû, kî fikr bû, kî şer bû?"
10/10
·447 syf.··
Beğendi
·
2025 111. kitabı
Ev pirtûk wêneya wêkesî yên dîroka nûjen a gelê Kurd e, kesên ku di siyaseta Kurdî de rolê girîng lîstin, û hêj ji bo gelê xwe rûmet û nîşanê şer û raman bûn. Lê ev pirtûk tenê jiyannamek nîne; her wêne têkeve serdema xwe, têkoşînê, girêdanên fikrî û zexmên neteweyî. Di nav pirtûkê de em bi navên wisa re dîtin: Idîrsê Bidlîsî, Celadet Alî Bedirxan, Şêx Seîd, Mehmed Uzun, Cegerxwîn û çend kesên din yên mezin yên ku bi rengê xwe di dîroka Kurd de xêz dan. Ew kesan tenê mirovên herêmî tunin; wan rê digel demê digerin, felsefeya xwe digel şer û rêya azadî digel şehsiyeta xwe bi hev re tê de destnîşan dikin. Ya ku min gelek bi dil girt, ev e: ev pirtûk qehremanên romantîk nîne; lê pirraniya ramana Kurdî û şûngehên fikir û siyasî di demeke zexmî de nîşan dide. Wêneyan ne bi rêya xeyal ve têne nîşandan; têne xwendin û fêmkirin bi hemû xwedîtiyên xwe re — çewtiyê, raman, rûmet û xeta şer. Ji bo yên ku dixwazin siyaseta nûjen a Kurd fêm bikin û bi awayekî kurt bixwînin, ev pirtûk biqasî wateyê xwe qedexeyê nîne. Lê di heman demê de, tiştê ku ji min re kêm hatibû wisa bû: li pirtûkê de rêjeya jinan pir kêm e. Belkî ev jî nîşana vê ye ku dîroka Kurdî di nivîsandina xwe de hîn jî temam nebûye. Lê herçiqas ev re, Wêneyên Dîrok û Siyaseta Kurdî di bîr û bîranîna neteweyî de şandinêkê hêzdar dide. Bîra gelê Kurd ne tenê bi xem û xewna şer e; belkî bi têkoşîn, bi raman, bi kesên ku rê vekirine jî ye. Ev pirtûk jî ji wan kesan e ku rê vekirine û ji bo yên ku dixwazin wan fêm bikin, çavkaniyekê girîng e. Spasên xwe yên dilsoz pêşniyar dikim berhevkaran Yalçın Çakmak û Tuncay Şurê, ku bi vê karê xwe bîra me xurt kir. Hêvî dikim ku bernameya çapê duyemîn bi nav û bernameyên nû têkeve ber xwêndekarên Kurd.
Kurdî
Kürt Tarihi ve Siyasetinden PortrelerYalçın Çakmak · İletişim Yayınları · 201818 okunma
10/10
·104 syf.··
Beğendi
·
2024 13. kitabı
25 wêne û bist û pênç çîrok. Niviskarê rojnameger Murad Bayram di dema rakirina qexeyên heremê ên salê 2015 û 2016 de . Li heremê rojnamevanî kiriye. Tax bi tax ketiye nav kuçe û kolanan bi makîneya xwe wêne girtiye û bi çîrokên xwe jî rih û can daye wêneyan. Dema di nava ew bajarên wêran de dimeşe. Bi çavê rojnameger dinêre lê bi a wêjevana vedibêje. Erê agahî hebûn bîra xwêner tevradike. Lê beyî ajîtasyon, beyî ku gunehê tuxwe bîne. Lîlav bi lîlav diherike. Ew devoka kar aniye xwêner yeqîn dike kû ew der Şirnex ê , Cizîre. Bi çîrokên xwe bi buyerên û bi zimanê xwe. Te digo qey ez jî heman bajarî û heman rewşê de me. Di çîrokan de karakterê sekete zlm , mirin û her mirine. Ew dêyên ku tev laşî zarokên xwe dijiyan. Û ew bavên pirteqal ji nevîyên xwe re dibirin. Ew bavê bi req û reqa dikir ku mala xwe bine serhev û malbata xwe bine. Û helbet zarokên xwediyê wî bajarî. Hemû kes bi keseyeta xwe . Bi hebuna xwe li wir, di çîrokan de bû. Ew êşa wê zilmê ku nedihişt kecika piçuk binive. Rojnamegerî xwe jî dikeve wê gerinekê û edî ew jî nikare binive. Ew ew xesasiyeta rojnamevanî û a edebî. Berhemeke serketî û bi nirx daye ber destê xwêneran.
Edebîyata Kurdî
Belki İşev BiniveMurat Bayram · Avesta Yayınları · 201817 okunma
Tatil planı hazırsa sıra okuma listenizde!
Bu yaz yanınızdan ayırmak istemeyeceğiniz kitapları sizin için bir araya getirdik. 💬 Siz olsanız bu listeden hangisiyle başlardınız?
Puan vermedi·96 syf.··
2022 1. kitabı
Merheba ji we re:) Pirtûk gelek xweşe û dema ku meriv dixwîne dem weke avê diherike û diçe. Bi zimanekî dewlemend hatiye nivîsandin û kedek pir mezin tê de heye. Di nav pirtûkê de neh(9) çirok heye û xwendina her yekî ji hevdû xweştire. Dema ku meriv çirokên vê pirkûkê dixwîne nivîskar bûyera ku di çîrokê de derbas dibe nola bi awayekî wêne xêz bike dide ber çavê meriv û meriv dibêje qay di nava bûyerê de ye û li kêlekê şahidê buyerê dibe. Bi dilekî pak ez dikarim vî pirtûkê pêşniyarî we bikim û ez bawerim hûn ê poşman nebin û biecibînin.
Pilingekî li hewselêLokman Ayebe · Avesta Yayınları · 202124 okunma
Rexne
Puan vermedi·200 syf.··
2021 18. kitabı
Danasînek û rexneyek li ser romana Bawer Rûken ya bi navê 'Di Tariyê De' Ya rastî di vê nivîsê de naxwazim pir agahiyan di derbarê naveroka romanê de bidim lewra yên nexwendibin dibe ku piştî vê nivîsê hewcedarî bi xwendina wê nebînin. Helbet ev jî ji bo pirtûkê û nivîskar ne tiştekî baş e Roman ji çar beşan pêk tê: Mifte, Derî, Hundir, Xênî. Berî ez rexneyên xwe bikim dixwazim spasiya xwe bînim ziman ji bo nivîskar herwiha qet nebe romaneke nû diyariyî edebiyata Kurdî kiriye. Zimanê nivîskar gelekî zelal bû, gelekî vekirî bû. Ji serî heta binî bêyî ku ez ji peyvekê aciz bibim min roman xwend. Bûyer xweş herikî û herwiha kêfa min ji vegotina nivîskar re hat. Ez dixwazim hin rexneyên xwe bînim ziman ji vêga ve lêborînê dixwazim ji hêja Bawer Rûken Destpêka romanê, romana John Steinbeck ya bi navê 'Tiriyên Xezebê' (Gazap Üzümleri) anî bîra min herwiha bi heman şêwazê û heman vegotinê dest pê kiriye nivîskar lê belê çiqas roman diherike vegotin jî ji qalikê xwe derdikeve û hêdî hêdî dişibe romanên Kafka. Xumamiyek xwe hêdîka li xwîner dipêçe û çi tiştên eşkere çi yên veşartî tev di nav xûmamiyekê de dimînin. Mirov nema zane bê ka lehengê me(Reşo K.) di wextekî diyar de ye an na. Bi ya min serleheng ne weke qarakterekî hatiye afirandin an jî ji min re ji qarakterekî bêtir weke tîpekî hat. Herwiha nikare tu tiştî biguhêre an jî tu hêzeke wî tune ye û heta roman bi dawî dibe jî weke xwedî kesayeteke qels li pêşberî me ye. Gelek caran ez li benda hin bûyerên ku dê leheng ji qalikê wî yî qels derxîne sekinîm lê belê leheng ji wê qelsiya xwe nefilitî. Dema mirov romanekê an jî çîrokekê dixwîne bivê nevê mirov bûyerên ku di serê lehengên romanê de derbasdibin û bûyerên ku em di nav rasteqîniyeke eşkere tê de ne berawird dike. Gelek caran ev berawirdî ji min re qels hat ango ez
Edebiyat
Di Tariyê DeBawer Rûken · Lis Basın Yayınevi · 20204 okunma