biborin zarokno!
ez jî dilkovan û jehrxwarim
vêdişêrim xizanî û tengezariya xwe
vedişêrim dudiliya xwe
ji vê jiyana çêbûwar.
lê bibexşînin
her ku hûn bibêjin "rojbaş"
bêhtir berxwedêr dibim
bêhtir bi jiyanê ve têm girêdan ez!
Li mêrga me dilîzin
Gur û çeqel û rovi
Li qada me dibezin
Mar û Dehak bi hovî
Me dît Dehak çi dikir
Bi salan me sebir dikir
Bi xebat, bi dil û can
îro me xwe hazir kir
Kawa Kawayê we ye
Bê we Kawa tuneye
Werin em dest bidin hev
Pêşîya me ronahî ye
-Zarokno, birano, xwişkno, dayik û bavno.....
Li mêrga me dilizin
Gur û çeqel û rovi
Li qada me dibezin
Mar û Dehak bi hovî
Me dît Dehak çi dikir
Bi salan me sebir dikir
Bi xebat, bi dil û can
îro me xwe hazir kir
Kawa Kawayê we ye
Bê we Kawa tuneye
Nerin em dest bidin hel
Pêșîya me ronahî ye
"Hey lorî lorî lorî
Hey lorî lorî lorî
Lorî dayika te bi gorî
Bê te sebra mi nayê
Lorîka mi çi rind e
Hêja bi vê dinyayê
Ay lê lê lê dayê
Ax da lê lê lê dayê
Dilê mi lê dayê
Kesara mi lê dayê
Şîrîna mi lê dayê
Evîna mi lê dayê
Da lê lê lê dayê
Hevala derd û kulayê
Berîya mirov dinya bibîne
Meriv dîya xwu ya delal dibîne
Êş û zehmet û zorîya pir dikşîne
Çi êş û zorîya dikşîne
Fermandarno, zaroka ji dayika nestînin
Hêstirê çavê wan nerjînin
Dayikê we jî hene
Hûn jî demekê zarok bûn
Dayik zarok li ser dilê xwe dihewînin
Bi sala dihejînin dilorînin dimêjînin
Hûn jî zarokno keda wan ji bîr mekin