Carina derdikevim bajêr, bi saetan bi tenê dimeşim û dibejîm belkî ez li xortaniya xwe rast bêm. Lê, na,ez dizanim ku xortaniya min bi bejna xwe ya dirêj,bi rûyê xwe yê jîndar di ber min re bihuriye û çûye û li dû xwe ev porê spî, ev rûyê qermiçî û ev pişta tewiyayî hiştiye…