Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯
Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
Jiyan straneke
Her kes
Guhdariyê lê dike
Hin bi kêfxweşî û dilşadî
Hin bêdil û dudilî û
Hin bi gazin û (lome)
Kengî ev stran
Bi dawê bê
Jiyana mirov
Konê xwe bardike
Vêca tu bi kêfa xweyî
Te divê bi dilşadî
Te divê bê dil..û
Te divê
Bi gazin û girî
Guhdariya vê stranê
Bike
Dawî tev ji kîsê te
Diçe.
Konê Reş
Di şeva hîcranê de
Ji berê bêtir ji te hesdikim
Di şeva hîcranê de
Ji berê bêtir ji te hisdikim
Ji sorê te, ji keskê te û ji reşê te jî hesdikim
Ji rêvîyen te, yên kû ne ma li hilînîn xwe ve digerin
Ji rêwîyen te, yên kû ne ma li hilînin xwe ve digerin
Ji trênên te yên ku nema digihîjin ehmed Huseynî îstekê xwe
Jin serhişkîye şervanên te hesdikim
Ji her çar, Ji her çar parçe yê dilê te hesdikim
Ji Mahabad , Hewlêr, Amed û ji Kamişloka li ser dilê te hesdikim
û ji heskirina te hesdikim, ji heskirina te hesdikim
Ehmed Huseynî