Bêhemd an bi qestî dema ku Said alîgiriya rejîma otokratîk a Sedam Husên dikir, derawaya wî ya gerdûnî dibû yeke partîkularîst, ku vê rejîmê nasnameyeke xeternak a ereb diparast.
Ji ber ku zanista postkolonyal zêde zêde di bin bandora Said de maye, wê bandor li gelek bîrmendên postkolonyal kiriye ku di riya Said re bimeşin; li dijî siyonîzmê bin û wek sembola rojeva çepgir û dij-emperyalîzmê li ser tevgerên Filistînî binivisin.
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯
Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
Binêrin: "Mucîze 2: Eşk". Di vê fîlma Mahsun Kırmızıgül de, Kurdbûn wekî hovîtî û gundîtî tê nîşandan. Wan "hovên" me ku koçî Anatoliya Rojava (Ege) dikin, li wir dibin "sekuler".
Di filmên tirkan de, lehengên filmîk yên sereke di avakirina "îmaja hovîtiya kurdan" de xwedî misyoneke mezin in. Ew leheng ku her car bi kêmî, yek ji wan tirkekî "modern" (6), "rewşenbîr" û welatparêz (neteweperest) e, mîna prototîpên ideal ên nasnameya fermî û modernîzma kemalîst tên karekterîzekirin. Mesela, di wan fîlman de ji aliyekî ve kurdînî wekî kêmasî û kevneperestiyekê tê kodkirin, ji aliyê din jî tirkbûn, li dijî kurdîniyê wekî nasnameyeke îdeal a neteweyî tê xemilandin.

Di çarçoveya behsa temsîlkirina kurdan di sînemayên biyanî de, sînorên di navbera metafor û mêtonîmiyê bi hêsanî radibin. Gelek caran, rastiyên civakî an jî polîtîk ên kurdan, bi rêya nîşandana "parçeyekî" xirab tên sero-binkirin. Bo mînak, mijarên li ser "jinkuştin û feodaliya kurdan" di sînemaya neteweyî ya Tirkiyê de pir caran wekî mêtonîmî/parçeyekî ne baş a rastiya kurdan tê bikaranîn û "kurdînî" wekî feodalîteyeke kevneperest tê nîşan-dan. Di gelek fîlmên tirkan de (5), "jinkuştin" (ew dibêjin namus cinayeti), "axaftina bi aksan ya bi tirkî", "bêfamî/cahilî", "destkurtî û feqîrî", "tund û tûjiya olî" û “cil û bergên kurdî wekî kodên feodalbûn, ango paşdemayîna kurdan tên bikaranîn û bi vî awayî dibin amrazê biçûkkirin/biçûkdîtina kurdan.
Tirk bi riya sînemayê, nasnameya kurdî wekî "nasnameyeke xirab" nîşan didin, ji bo ku nasnameya tirkî wekî nasnameyeke "modern û rewşenbîr û netewehez" nîşan bidin.