Êvara perwaneyê, di wextekî mişt alozî de li bajarekî di bin mij û dûmana olperestên hişk de çîroka çend ciwanên ku dilê wan weke dilê çûkeke zelûtek hem bi tirs û hem jî bi kelecan lêdide ye...
Kêm pirtûk an jî fîlm hene piştî qedandina wan bi xwestekeke bêhempa mirov bixwaze ew tiştê çend gav berê mirov xwend an jî temaşe kir jibîrbike da ku careke din bi heman eşq û kelecanê bixwîne an jî temaşe bike. Cara çara ye ez vê romanê dixwînim û birastî jî spasdarê hemî endamê koma xwendinê ya Êlihê bi navê 'Kolektîfa Saqo' me herwiha ev pirtûk hilbijartin û bi xêra komê min careke din xwend️
Bextiyar Elî di vê romana xwe de hemî derfet û xweşiyên edebiyatê bikar aniye. Ji hêla dem, bûyer, mekan û lehengan ve wargeheke bêhempa ava kiriye ji bo romanê. Mijarên ku ev çend sedsal in weke girêkeke hişk di dilê civaka Kurd de (herwiha ji hêla olî ve di hemû civakên Rojhilata Navîn de) hişk bûye bi zimanekî edebî, bi nêrîneke rasteqîn (her çiqas rasteqîniyeke efsûnî be jî ji bo Kurdan bi ya min rasteqîniya rastiyê bi xwe ye) aniye ziman. Ji hêla avakirina lehengan ve li gor min bêhempa ye ev roman. Mirov dikare ji vê hêlê ve weke ders li zanîngehan bide. Helbet ne tenê ji hêla lehengan ve ji hêla vebêjeriyê ve jî heman tişt heye. Vegotineke orîjînal, vegotineke resen heye di romanê de. Ev vegotin xwedî efsûnekê ye, xwîner hêdî hêdî bi aliyê xwe ve dikişîne herwiha piştî wextekê xwîner ne tenê xwîner dimîne hem dibe dadgêr, hem dibe vebêjer û hem jî dibe lehengekî pirtûkê bi xwe.
Ji bo mirov vî tiştî şênber bike dikarim mînakeke wisa bidim: Dema extiyarên me, dê û bavên me li ber televîzyonê rastî bûyereke bi êş tên wijdanê wan çawa bi ziman dikeve û niçeniçek çawa bi devê wan ve dizeliqe heman tişt ji bo xwînerên vê pirtûkê jî derbasdar e. (Meseleya extiyariyê û dê û baviyê jî