Rojekê Behlûl xelk li mizgeftê kom kir, ku ji wan re nesîhetan bike. Ji wan pirsî: "Gelo hûn dizanin ezê ji we re çi bibêjim?" Civatê bi dengekî re gotin: "Na!" Behlûl got: "Ev civata ku ewqas bê şiûr e, ezê çi jê re bibêjim?" Û ji ser minberê hat xwarê û çû ser karê xwe.
Roja duyemîn, dîsa civat kom kir, çû ser mînberê û pirsî: "Cemaet, hûn dizanin ezê îro çi bibêjim?" Civatê dîsa bi dengekî re gotin: "Belê, em dizanin tu yê çi bibêjî!" Behlûl ji got: "Ê madem ku hûn dizanin ezê çi bibêjim pir baş e, wê çaxê pêwîstî bi gotina min nema.” Û dîsa çû ser karê xwe.
Roja sisiyan dîsa civat kom kir, çû ser mînberê, ji wan pirsî: "Hûn dizanin ezê îro çi bibêjim?"
Civatê di guhê hev de gotin, Behlûl me dicivîne ser hev qaşo ji me re nesîhetan wê bike, lê dipirse: "Hûn dizanin ezê çi bêjim." Ku em dibêjin, em dizanin jî tiştekî nabêje, em dibêjin, em nizanin jî, dîsa tiştekî nabêje û diçe. Gelo îcar em çi bibêjin? Û biryar girtin ku vê carê bipirse, bila hinek bibêjin, em zanin û hinek jî bibêjîn, em nizanin. Û wiha jî kirin; hinekan got, em dizanin tê çi bibêjî, hinekan jî got, em nizanin. Behlûl disa li wan vegerand û got: "De baş e! Ewên ku hûn zanin, ji wanên ku nizanin re bêjin, hûnê tev hîn bibin.” Û ji ser mînberê daket, çû ser karê xwe.