Welat Boran

Welat Boran
@Sawer
Sawêr
Mirovekî gihîşt ber Behlûl û got: "Cenabê Behlûl, gelo haya te jê heye? Filan cîranê te îşev dawetê dike." Behlûl got: "Ma çi eleqa min pê heye?" Mêrik jî got: "Dibe ku teyfikek ji nanê dawetê ji we re jî bişînin." Behlûl dîsa bersiv da: "Wê demê çi eleqa te jê heye?"
Sayfa 56·Kitabı okudu
Hangi tür kitapları seviyorsun? 🔎 Polisiye 💕 Romantik 🚀 Bilim Kurgu 🏰 Fantastik 📖 Klasik 🧠 Kişisel Gelişim 🏛️ Tarih 😱 Gerilim
Rojekê Behlûl destê kulfeta xwe girt û bir huzûra qaziyê şerîetê û got: "Cenabê qazî, ez dixwazim pîreka xwe berdim, em ji hev biqetin." Qaziyê şerîetê got: "Ji bo çi, çi nakokî di nav we de hene ku hûn ji hev biqetin?" Behlûl got: "Lihevnekirin (gelemşe) di nav me de heye." Qazî dîsa pirsî: "Çi lihevnekirin e ev?" Behlûl got: "Ez dixwazim wê berdim û ew naxwaze!"
Sayfa 50·Kitabı okudu
Mirovekî dewlemend di civatekê de xwest ku hinekî qeşmeriyên xwe bi Behlûl bike. Ji Behlûl pirsî, got: "Gelo qet tiştekî min û te wekî hev heye?" Behlûl got: "Belê, du tiştên min û te wek hev in." Camêrê dewlemend pirsî, got: "Çi ne ew tişt?" Behlül got: "Yek jê berîka min û kumê te ne, ku herdu jî vala ne, ya din jî kumê min û berîka te ne ku ew herdu jî tijî ne!"
Sayfa 46·Kitabı okudu
Silav li ser te be ya Ellah
Rojekê Behlül çû cem xelîfe û bala xwe dayê ku xelîfe li ser textekî bilind rûniştiye û maiyeta wî jî tev li dora wî, li piya sekinine. Behlül çawa gihişte cem, got: "Silav li ser te be ya Ellah!" Harûn got: "Ez ne Xwedê me!" Behlûl got: "Silav li ser te be ya Cebraîl!" Xelîfe got: "Ez ne Cebraîl im jî." Pişt re Behlûl got: "Ey mirov, madem ku tu ne Xwedê yî û ne jî Cebraîl î, çima tu çûyî li cihekî ewqas bilind rûniştiyî? Ger tu rast dibêjî, wê demê hinekî dakeve jêr û di nav civatê de rûne!"
Sayfa 39·Kitabı okudu
Kerekî Behlûl hebû, ji bo ku bifrose bir bazarê. Mirovek gihiştê û buhayê kerê jê pirsî. Behlûl got: "Ezbenî, buhayê kerê min sed dinar e." Zilam hinekî fikirî û got: "Ez vî kerê te bi pencî dinarî dikirim." Behlul got: "De ka ezê rabim nîvê wî yê din bifroşim kê?"
Sayfa 30·Kitabı okudu