Welat Boran

Welat Boran
@Sawer
Sawêr
Rojekê Behlûl di kolanekê re derbas dibe, dibîne ku gel li hev civiyaye. Nêzî wan bû, bala xwe dayê ku kerek di rê de eniriye, dikin nakin ker ji rê dernayê. Di vê navberê de Behlûl dibîne ku wezîr jî di nav qelebalixê de ye. Çû nik wezîr û di guhê wî de got: "Cenabê Wezîr, hûn dikarin vî kerî ji vir rakin!" Wezîr got: "Çawa?" Behlûl got: "Binihêrin, niha hûn herin di guhê kerê de bibêjin: Tu ji rê derkeve, ezê têkevim dewsa te', ewê ker di cih de ji rê derkeve û rê dê vebe!"
Hangi tür kitapları seviyorsun? 🔎 Polisiye 💕 Romantik 🚀 Bilim Kurgu 🏰 Fantastik 📖 Klasik 🧠 Kişisel Gelişim 🏛️ Tarih 😱 Gerilim
Jina Behlûl beriya wî pênc mêrên din kiribû û serê her pênca jî xwaribû. Behlûl yê şeşan bû. Rojêke Behlûl jî nexweş dikeve, jinik li ber serê wî rûdinê û digirî, dibêje: "Behlûlê ezîz, piştî xwe tu min dispêrî kê?" Û li xwe dixe û digrî. Behlûl ji nişka ve serê xwe radike, dibeje: "Ezê te bispêrim yê heftemîn!"
Rojêke Behlûl çû cem xelife û ew girt mesxerê. Got: "Xelîfe. tu dizanî ez pêxember im ha?" Xelîfe got: "Ji pêxemberan re, mûcîze divêt!" Behlûl got: "Belê. Mûcîzeyên min jî hene." Xelife got: "É de baş e, ka hela vê dendika petêxê li cem min biçîne û bibêje bila zû bi lez şîn bibe, petêxan bigire û em pev re aniha petêxekê jê bixwin." Behlûl got: "Ey Xelîfe! Çar rojan moletê bide min." Xelîfe got: "Na! Ez qet moletê nadim te!" Behlûl got: "Ey bê însaf, Xwedayê bêqisûr ancax di çar mehan de çandina dendikê petêxan digerîne petêx, ez ku bendeyê wî me tu çar roj moletê nadî min?!"
Rojekê Behlûl û keça xwe ya piçûk di kolanekê de dimeşin. Nişkave dibînin ku ji ber wan re cenazeyekî ber bi goristanê ve dibin. Keçikê heta niha dîmenên bi vî tewrî nedîtibûn. Ji bavê xwe pirsî, got: "Bavocan, ev kî ye û bi ku de dibin?" Behlûl bersiv da keça xwe û got: "Ev mirov mirî ye, wî dibin cihekî wisa ku ne palasek li erda wî, ne çira û ne nan û ne av heye." Keçikê li bavê xwe vegerand: "Bavo, hebe tunebe teqez (miheqeq) wî dibin mala me!"
Sayfa 26·Kitabı okudu
Mirina Behlûl nêz bûbû, wesiyeta xwe kir, got: "Dema ez mirim min di nav kefenekî kevn de bipêçin û veşêrin.” Jê pirsîn: "Çima di nav kefenekî kevn de?" Wî jî bersiv da: "Lewra dema şeva ewil ku Munker û Nekîr bêne ser min, ewê çav bi kefenê min î kevn bikevin û wê bibêjin qey, evê hanê zû de ye ku miriye û wê dev ji min berdin, herin!"
Sayfa 26·Kitabı okudu