Bi dilekî mezin û ronî heta mirinê ji bo azadiyê li hemberî tarîtiyê berxwedan ! Xweda ronahî ye Maîdyo , em çirûskên wî ! ”
“ Heta mirinê Spîtama , heta mirinê ! ”
- Ax Semîra ax ! Çavên te rûyê te kûr kolaye . Şu şer û pewçûnan de wê rûyê te her tim li devê deriyê hişê min bixe . Tu serhildaneke ku bi xwînê hatiye çewisandin di hundirê min de .
Cildirûnê baranê li Bejna te girtiye
Li oxira te ye girî
Xwe bişo ,
Lîlît digirî ,
Meyrem digirî ,
Dız ketıne malên wan
Pêxember digirîn .
Niqrîskên xwe danequrtine ,
Ji roja behna sor qelişî
Lı bin dîwarê girî
Cihû digirîn
Bigirî..
- Cemil Denli ( Girî )