Gelek alimên Îslamê di tefsîra vê ayetê de rê vekirine û ehlé sunnet û xeyrê wan îxtilaf kirine: Gelo ew cenneta ku Adem lê bûye bostaneki dinyayê bûye yan jî bi rastî cenneta axretê bûye? Lêbelê gelek alimên muheqqiq yên ehlê sunnetê li ser gotina ewwel in.
İmam Ebû Mensûrê Maturidî di tefsîra xwe ya bi navê "Et-Tewilat" de gotiye: Em bawer dikin ku ev cennet bostanek ji bostanên dinyayê bûye. Lêbelê mueyyenbûna wî mekanî li ser me ne lazim e ka ew ku der e. Lêbelê ewên ku wî mekanî teyîn dikin tu delîla wan tuneye. Lêbelê çend delîlên wan yên ku dibêjin, ew cennet bostanekî dinyayê bûye, hene.
Ya yekem: Dema Xwedê teala Adem li sererdê xuliqand li dûv wê negot; min ew bilind kir, bir asîmanan. Eger ku ev çêbibûya dê bigotiba ü beyan bikira. Lewra bilindkirina wî jî wekî xuliqkirina wî karekî mezin e.
Ya duyem: Ew cenneta ku Xwedê teala li axretê wedeya wê daye, cihê muminên mutteqî ye, vêca şeytanê melûn dê çawa here wira û Adem jê bişemitine?!
Ya sêyem: Cennet ne cihê îsyanê ye, vêca Adem (e.) çawa îsyan kir?
Belê, delîla wan alimên ku dibêjin, ew cenneta ku Adem jê hatiye deranîn cenneta baqî bûye, jî hene. Alûsî di tefsîra xwe de dibêje:⁴¹ "Ew cennet, li gorî qewlê meşhûr ew cennet e; ya ku roja qiyametê ji muminan re cihê sewabê ye. Lewra ji peyva cennetê ew tê eqlê mirovî. Hem jî ew munazereya ku di alema rûhan de di navbera Adem û Mūsa (e.) de pêk hatî nîşan dide ku ew cenneta asîmanî ye."
Muteziliyan û Ebû Muslim el-Isfehanî jî gotine: Ew cenneteke din e, Xwedê teala ew xuliqandiye da ku pê îmtihana Adem (e.) bike. Helbet heqîqetê Xwedê teala bêhtir pê dizane. Lewra delîlên wan curecur in. Nexwe ya baş ev e ku; mirov zanabûn û sipartina karê wê bispêre Xwedê teala, jixwe ew bi her tiştî dizane.