Avşîn Şêxbizinî

Avşîn Şêxbizinî
Li hember dijmin çeka herî bi bandor xwendin e. Qazî M.
Puan vermedi·342 syf.·
2024 11. kitabı
Dİ DERBARÊ Baruch Spinoza DE: Spînoza di malbateke cihû de ji dayik bû û ji ola cihûyan bû. Lêbelê, ew ji baweriyên olî yên kevneşopî dûr ket û felsefeyek panteîst pêşxist. Ji bo wî, Xwedê bi xwezayê re yek bû û parçeyek ji her tiştî bû; ji ber vê yekê, Xwedê ne hebûnek kesane, lê rêzik û zagonên gerdûnê bû. Ji ber van nirx, nêrîn û fikrên xwe, ew ji civaka cihû hate heramonîkirin. DI DERBARÊ Etika DE: Etîkaya Barûch Spînoza hem ji aliyê felsefî û hem jî ji aliyê metodolojîk ve xebateke bingehîn e. Spînoza, pirtûka Etîkayê ji pênc beşan pêk aniye, di pirtûkê de mijarên bingehîn ên wekî Xwedê, xweza, mirov, azadî û bextewarî bi rasthatineke matematîkî ve mijûl dibe û nêrîneke kûr li kar û xebata gerdûnê pêşkêşî xwendevanan dike. Li gorî spînoza yezdan cewherek bêhempa ye û divê her mirov cewherê xwe kifş bike da ku bigihêje aramiya vê jiyanê. Felsefeya Spînoza bi taybetî di dawiya sedsala 17-an û destpêka sedsala 18-an de bandorek mezin li ser teşekirina ramana felsefî kiriye. Spînoza bi taybetî bi têgihiştinên xwe yên panteîzm, determînîzm, azadî, xweza û Xwedê, gelekî bandor li ramanwerên pêşeng ên serdemê kir û perspektîfên wan ên felsefî veguherand. Ramanên Spînoza yên ku di danîna hîmên felsefeya nûjen de roleke girîng lîstine, ne tenê di dema wî de, ji aliyê gelek ramanweran ve jî piştre hatin dîtin û bandoreke gerdûnî bi dest xist. Îro jî felsefeya Spînoza yek ji çavkaniyên girîng ên ramana nûjen tê dîtin. BEŞÊN PIRTÛKÊ - XWEDA Û XWEZA: PANTEÎZM Û TÊGEHA MADEYÊ Li gorî Spînoza Xwedê ne afirandêrekî derveyî gerdûnê ye, lê gerdûn bi xwe ye. Ev têgihîştina panteîstî li ser têgeha "maddeyê" hatiye avakirin: Madeya tiştekî ku bi serê xwe heye û ne hewceyî tiştekî din e; Û ev tenê Xwedê ye. Hemî heyînên gerdûnê "rêbazên" vê maddeyê ne,
Felsefe
EtikaBaruch Spinoza · Dost Kitabevi Yayınları · 20192,187 okunma
Tatil planı hazırsa sıra okuma listenizde!
Bu yaz yanınızdan ayırmak istemeyeceğiniz kitapları sizin için bir araya getirdik. 💬 Siz olsanız bu listeden hangisiyle başlardınız?
Puan vermedi·487 syf.·
2022 12. kitabı
Şerefname, di sala 1597an de ji aliyê dîroknasê Kurd Şerefxanê bedlîsî ve bi farisî hatiye nivîsandin. Di pirtûkê de mijarên siyasî, civakî, olî û çandî heye, qala dewletên Kurdan, Zimanê Kurdî û Eşîrên Kurdan dike. Di derbarê dîroka kurdan de yek ji çavkaniyên herî girîng e.Şerefname, bi zimanê îngilîzî, frensî, erebî û rûsî jî hatiye wergerandin. Şerefxan: dîroknas, siyasetmedar, nivîskar û helbestvan bû. Şerefnameya destnivîsa orîjînal hîn jî li Pirtûkxaneya Bodleian a Zanîngeha Oxfordê ye. Ya rast min bi hêviyeke mezin dest bi pirtûkê kir, min digot qey ez ê dîroka Kurdan bixwînim, lê bi piranî eşîr serok û mîrên Kurdan di pirtûkê de hatine nivîsandin. Lê dîsa jî agahiyên ku di vê xebatê de hene bi rastî hêja ne û pêdivî ye ku were xwendin. Pirtûkek e ku piraniya eşîran û eşîra min jî (eşîra Şêxbizinî) tê de hatine nivîsandin. Divê ev pirtûk di pirtûkxaneya her kurdî de hebe ku mîna rênîşanek were bikaranîn. Di Şerefnameyê de tiştekî wilo derbas dibe: "Di nav wî civata ku çûne bi hz. Mihemed re biaxivin, zilamekî gemar hebû. "Hz. Mihemed pirsî; ev zilam kî ye? Gotin ku; ew kurd e û hz. Mihemed got; 'Xwedê Teala rê nede ku ev cemaet di nav xwe de hevkarî û yekitiya xwe bikin, nexwe heger bibin yek wê dinya bi destên wan wêran bibe!' Şerefxan; "Ji wê demê û vir ve vê civatê nekariye dewleteke mezin a yekbûyî, siltanetiyeke mezin a yekbûyî ava bike." Ev mijar hişê hinek kesan tevlihev kiriye, lê bi min tiştekî wilo tune ye, ev mijarek pir vala ye. Ez bawer nakim ku di dîrokê de tiştekî wilo çêbûbe Bi min ev tiştekî mîna efsaneya hesinkar kawa ye. Bila ev hişê we tevlihev neke û heger raman û fikrên we li ser vê mijarê an jî li ser vê pirtûkê hene ji min re binivîsin. youtu.be/NBpJoAajSO8 Hûn dikarin vê vîdyoyê jî temaşe bikin, kurteya jiyana Şerefxan û
Tarih
Şerefname 1. CiltŞerefhan Bitlisi · Nubihar Yayınları · 2013154 okunma
Puan vermedi·152 syf.·
2022 22. kitabı
Kitap, insanların yönetiminde olan çiftlikte, ağır koşullarda yaşayan hayvanların ayaklanması sonucu onların kontrolüne geçmesiyle başlayan süreci anlatıyor. Eşit bir toplum düzeni inşa etmek için yola çıkan hayvanlar, zamanla eğitimsizlikten, baskıdan, korkudan dolayı kendilerince yaptıkları devrimden çok daha geriye gidiyorlar. Kurnaz ve iktidar düşkünü domuzlar, devrimin yolundan saparak, insanların yönetiminden daha baskıcı ve acımasız bir diktatörlük kuruyorlar. Değişmez olan yedi emri bile keyfince değiştiriyorlar, hayvan halkı ise bu değişiklikleri asla tam olarak fark etmiyor. Söylenenleri, sorgusuz sualsiz kabul eden, okumayı asla tam olarak sökemeyen ve yedi emri dahi hatırlayamayan koyunlar, hikayedeki en cahil topluluk olarak öne çıkıyorlar. çiftlikte okumayı en iyi bilenlerden, bilge ve herşeyin farkında olan benjamin'in tepkisiz kalması, akla şu cümleyi getiriyor "aydınları korkak olan ülkenin, zalimleri cüretkar olur." Fabl tarzındaki kitapta ağırlıklı olarak dini, felsefi, toplumsal eleştiriler var. çok iyi siyasi hiciv yapılmış. Sscb, Stalin dönemi ve rejimi de sağlam bir şekilde eleştirilmiş. Adeta günümüz türkiye'sinin bir özeti olan bu kitabı her Kürt okumalı, bilinçlenmeli. Çok akıcı, kurgu ve kahramanlarıyla merak uyandırıcı, bir çırpıda okuyacağınız harika bir eser. Okumanızı tavsiye ederim. Hayvanlar üzerinden sistemi, George Orwell kadar güzel eleştiren Yaşar Kemal'in "filler sultanı ile kırmızı sakallı topal karınca" adlı kitabını da okuyabilirsiniz.
Edebiyat
Hayvan ÇiftliğiGeorge Orwell · Can Yayınları · 2024296,9bin okunma