'Di Tiwaletê De' Êşa Hunerê û Hunera Êşê
Puan vermedi·110 syf.··
2023 27. kitabı
"Ez diêşim wê çaxê ez heme." Hevokeke kurt e ku di bêhnekê de ji dev dertê lê di heman demê de ewqasî dirêj e ji destpêka mirovatiyê heta niha didome û hîn neqediyaye. Rênas Jiyan bi hevoka xwe li hember hevoka "Difikirim wê çaxê ez heme." çirûskekê pêdixe... Çend sal berê ji bo xwendevanên min bilîzin min şanoyek nivîsandibû. Di wê şanoyê de tîradeke bi vî rengî hebû: ..... Helbet dê dirî di destê me de herin Dê pêlavên me tijî xwîn bibin Dê îşkence li mêjiyê me bê kirin Û dê fikrên me bi dar de bikin Lê dema laşê me hemî êşan naskir Di dawiya rojê de Dê ew kulîlka xweşik di nav lepê me yî bi xwîn de be Jibîr neke heta xwîna me nerije Laşê me dê nebe aîdî me. ( Mixabin min şano heft sal berê bi Tirkî nivîsandiye û niha min wergera wê kir.) .... Tîradeke dirêj bû. Îcar herdu ristên dawî ango "Heta xwîna me nerije/ Laşê me dê nebe aîdî me" û "Diêşim wê demê ez heme." du heb guşiyên heman darê ne. Nizam ji ber wê tîradê û helbet lîstikvaniya muazzam ya xwendevana min Ayşe AKYOL anî bîra min an ji ber ku rastiyeke mîna striyên di bin neynokê de veşartî û bi êş e mêjiyê min ricifî. Îcar êş û wêje, êş û huner bi ya min bi pêwendiyên pir xurt bi hevdu ve girêdayî ne herwiha bi ya min êş bi serê xwe sirûşeke, îlhameke bêhempa ye . Êş di heman demê de çavkaniyek e ji bo hunerê lewra jidil jî heta laşê mirov neêşê bala mirov naçe ser wî ciyê bi êş û mirov qîmeta wê jî nizane. Wekî mînak girîngiya piyekî(pê,ling,nig,paq-ji ber ku li hin herêman pî di ciyê dest te tê bikaranîn:)) gelo ji hêla yekî qop maye ve bêtir tê zanîn an ji hêla yekî ku piyên wî saxlem in? Rehmetiya pîra min digot heta ku ronahiya çavê min neçû min nizanibû çavên min hene. Wî çaxî bi mêjiyê zarokekî helbet min ji gotina wê fehm nekiribû lê niha fehm dikim ku ev rastiya herkesî ye ne ya pîra min tenê.
Kurdî
Di Tuwaletê DeRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 201953 okunma
Pirtûka pîroz
9/10
·639 syf.·
2022 72. kitabı
Çi bêjim ji bo vê Pirtûka berxwedanê, raperînê bawerim wê kêm be. Lê dîsa ezê ji pênûsa vî evareyî hinek tişt bêjim... Pergala zilmê, pergala dagirkerîyê qet na qedê heya mirov hebe wê zilm hebe, wê Abdî axa, kel Hemze, Arîf Saîm Beg!, Murtaza dê hebin... Ev ketîye nasnameya mirovahîyê.. Lê himber van zaliman himber van dagirkeran, himber van kapîtalîstan jî her dem wê Navên serhildanê Înce Memed, Ferhat Xoce dê hebin.!! Çawa mirov dîrokê dinêre her û her hebun. Hz. Mihemmed (S.a.v)hebu Qazî Mihemmed hebu Şêx Seîd hebu Nesîmî heb Hz. Musa(a.s) hebu Seyîd Riza hebu Elî(r.a) hebu Bedîuzzeman Seîd Kurdî hebu Tahîr Elçî hebu Leyla Qasim hebu Malcolm X hebu Mahatma Gandhi hebu Elî Şerîatî hebu Mazlum hebu Rosa Parks hebu Xellacê Mensur hebu Huseynê Şehîdê Kerbela hebu Selahettîn Kurdê Eyyubî hebu Sokrates hebu Martîn Luther hebu Nurî Dersîmî hebu Hozan Serhad hebu Iskîlîplî Atif hebu
Kurdî
İnce Memed 4Yaşar Kemal · Yapı Kredi Yayınları · 202121,5bin okunma
Ne Kadar Kitap Kurdusun?
0-30p: Kontrollü okuyucu 📖 40-70p: Hafif bağımlı 👀 80p+: Geçmiş olsun, kitaplar seni ele geçirmiş 😅
9/10
·79 syf.·
2022 24. kitabı
Ez pirtûkên Şêrzad Hesen gelek hez dikim. Nizanim çima. Di pirtûkên xwe de zimanekî sembolîk bikara tîne. Hin caran wan gotinên sembolîk tê nagîhijim lê dîsa jî kêfa min ji pirtûkên Şêrzad Hesen re diçe. Bingeha pirtûkên Şêrzad Hesen civata Kurdan e û li ser vê bingehê rastî û çewtiyên civakê dinirxîne. Neynika civakê ye.  Xwezî wergera hemû pirtûkên wî hebana. Di vê pirtûkê de sê çîrok hene. Gula Reş, M û Maleke ji Avê. Çîroka herî dirêj M ye. Mirov dikare bibêje wek kurteromanekî ye. Çîroka herî kin jî Maleke Ji Avê ye. Lê kurahiya wê direj e.                          GULA REŞ Çîroka evîn û negihîştana Hemo û Hêro. Du evîndar çima nagîhijin hev? Sedem çi ye? Bingeha negihîştina evindaran, piranî ji civat û statûya malbatan pêk tê. Belê malbata Hemo ne ji qada malbata Hêro bû. Malbata Hêro bi navê qereçî tê binavkirin. Ji ber wê di nav civatê de tu qîmet û statûya wan tune ye. Mixabin ev rewş berê di nav me Kurdan de tune bû lê îro em dibînin ku ne tenê di civatê de di malbatê de jî ev hal heye. Gotina birayê dewlemend ji gotina birayê feqîr zêdetir tê guhdar kirin. Ev gotin wî çi qas jî xelet be jî. Şêrzad Hesen di vê çîrokê li ser van tiştan disekine.                                                     M Çîroka duyemîn M ye.  Mijara wê çîrokê  cudabûna jin û mêrekî ye. Emîn û Gulnaz. Piştî zewaca xwe ya bîst û heft salan cuda dibin. Emîn nexweşiyekî wî çê dibe. Felç / şil dibe. Emîn pirtûkhezekî bi tena serê xwe ye. Jiyana xwe pirtûkan ava kiriye. Ew rewş jî ne xweşa jina wî diçe. Ew rewş jî di gelek çîrok û romanên Kurdî de derbas dibin.  Firat Cewerî, Enwer Karahan û bi taybetî jî Hesenê Metê ev mijar di pirtûkên xwe de gelek bikar aniye. Emîn li gorî mêrên civatê gelek zana û hewdem e. Di nav malê de bi tena serê xwe biryar nade girîngiyê dide fikr û ramanên
MŞêrzad Hesen · Avesta Yayınları · 201124 okunma
Puan vermedi·208 syf.·
2022 10. kitabı
Pirtûk li ser dagirkirina Kenyayê ye. Kenya ji aliyê çend dewletan tê dagirkirin. Karê dagirkeran ya ewil guherandina ziman û dînê gel e. Bi zorî dikin xaçperest. Lewra dewlet an jî miletek li ser du tiştan hebûna xwe didomîne. 1) ziman û çand, 2) dîn. Bi taybetî jî li ser ziman gel hebûna xwe didomîne. Ev herdu tişt têgehên mêtingehkariyê ne. Dewletên dagirker bi zordarî zimanê xwe wan dide hîn kirin. Dibistana wedikin û perwerdehiya ziman û çanda xwe didin hîn kirin. Bi vî awayî wan ji ziman û çanda wan dûr dixist. Jixwe dema ku ziman û çand di nav civatekî an jî di nav gelekî de holê rabe, ew gel ji miriyan zêdetir tiştek nîne. Miriyên neçalkirî. Laşên bêziman û bêrih. Dema ku dewletek û axek were dagirkirin, li ser wî axê hin kesên xweperest û çavbirçî alikariya dagirkeran dikin. Pirtûk gelek li ser vê tiştê disekine. Bi dijminên miletê xwe re yar û dostî dikin. Mixabin. Ew kesên zikbirçî bi destê dijmin birayên xwe dikujin û dest diavêjin mal û namûsa wan. Dema dagirkerinê gel dibe du beş, beşek li ba hêzên dagirkeran, beşek jî li ba miletê xwe disekine. Wê demê plana dagirkeran tê cî û Birakujî dest pê dike. Li ber dijmin tenê tiştek dikare wan hişyar bike. Perwerdehî. Belê miletek tenê dikare bi perwerdehiyê serfiraz bibe û bigîje asta civakên mezin. Serlehengê pirtûkê jî dizane ku miletê wî bi tenê dikare perwerdehiyê hişyar bibe û dagirkeran ji welatê xwe baqij bike. Tenê perwerdehiyê dikare miletekî ji taritiyê xilas bike. Di nav taritiyê de mirovên xwendane dikarin gelê xwe li hemberê dijminan biparêzin. Belê rewşa Kurdan ji rewşa Kenyayê jî xirabtir e. Lewra perwerdekerên me li ba dijmin disekinin. Di dibistanên wan de xwendine û bi fikrên wan ên pûç û dijminane hişê xwe tijekirine. Rewşenbîrên bê ar. Dîsa jî li serî her tiştî perwerdehî ye. Wek
Kurdî
Aradaki NehirNgugi Wa Thiongo · Ayrıntı Yayınları · 2016405 okunma
10/10
·88 syf.··
Beğendi
·
2021 27. kitabı
tolstoyun iç bunaltan sürekli arayışını ve varlık sebebini sorgulayışını ele alan kitabı. okurken insanı derin bunalımlara sürüklüyor. bir insanın ömrünün gerçeklik peşinde koşması ve hayatından lezzet almadan hergün intiharı düşünerek yaşaması çok acı olmalı. bu romanını ele alıp tolstoyun müslüman olarak öldüğünü öne sürenler var ama bana biraz uzak geliyor. yalnız kitabı okurkenki farkettiğim en önemli detay bediüzzeman said nursinin 8. sözü yazarken tolstoydan alıntı yaptığını farketmek oldu (çölde yolunu kaybeden ve kuyuya düşen seyyah hikayesi). tolstoyun derinlik sahibi dünya yaşantısında eşine ve çocuklarına yaşattığı mutsuzluk bu bilgeliği elde etmek ve hayatını zehir etmek uğruna değermi bence değmez nazarımda yalnızca yazarlığı değerli şahsiyet.
İtiraflarımLev Tolstoy · Halk Kitabevi Yayınları · 202129,3bin okunma