Ez yek ji wan kesan
filankes kurê filankes, ji te hez dikim
li zozanên dilê te xwe bi hêşînîya biharên te hênik dikim.
Li cihekî dûr im, her der çiya🕊️
Di turikê min de tiştên rast heye. Mîna rê.
Ber bi asîmanê te difirrin pinpinîkên zarokên min.
û zarokên min salê çar wersalan di şûna binevşan de gelawêjan diçînin
ji cihên pirr dûr têm anha. Haya te ji stranên nesittirî tune ye.
Min wî dengbêjî kuşt. tenê birîn digot û bi dîrokê nizanîbû.
Bi bextreşiya mem î nizanibû. Piştî ewqas xwînê ez reviyam ji wê beyabanê
min hemû tiştên zer li wir hişt. Beriya hertiştî îlon li wir ma. dûv re tu ma.
Bila di bîra te de be.🌹