Filozof Johann Fichte, di berhema xwe ya navdar, Xîtabî Neteweya Alman de îlan dikir ku tenê perwerde dikare gelê alman rizgar bike ji rizîbûna exlaqî û siyasî û bihêle ciyê xwe bigrin wek serkêşên cîhana medenî.
sewta dilê xwe ji pinpinîkên hêviyên
min re bihêle
dema tu çûyî
helbestên xwe yên lîlanî
ji beytikên xewnên min re bihêle
mistek xwestekên bêdeng
ji min re bihêle
ez ê her û her
di boxçika dilê xwe de
veşêrim evîna te
dema tu çûyî
kenê xwe yê hingivîn
ji dilê min re bihêle
dê wê çaxê qet necemide xeyalên min
dema tu çûyî
naa! naa! qet neçe...
Ne bê çav im, dibînim
Ne bê hiş im dipîvim
Hizirtûj û dûrbîn im
Dijminê kerb û kîn im
Lê sitemê ez xwarim
Kengê ez gunehkar im
Bi talan çû Zîna min
Janê da birîna min
Hozanoka’ ved’hînim
Bo zaroka’ dixwînim
Eger kak im, biramak im
Bihêle ez temaþa kim
Ger nizanî heye, nîne
Min bi çavê min bibîne
Kinoj tu yî bê hember î
Lêvok tu yî, tu qeşmer î
Nabim zirtek bo qeşmera’
Ne ser çava’, ne ser sera’
Ger tu bêjî ev çênabit
Bitirse ko lehî rabit
Ya te kirî û ya te gotî
An te birî, an te sotî
Dikim çîrok bo sêwiya’
Pê sax dikim sed hêviya’
Tif li min û li karê te
Li sed par û pararê te
Li peyk, ziman û zarê te
Li xelat û dînarê te
Rabim rûnim her eve ye
Ez çi bêjim, her bive ye