9/10
·168 syf.··
Beğendi
·
2026 12. kitabı
·
6 günde okudu
·
Okunma: 26 Mayıs 2026 00:24
Dema min nû pirtûkê da destê xwe min ji xwere got bixwînim nexwînim hewceyî xwendina vê pirtûkê dike gelo (mamoste nebihîze welleh wê nifiran bike) lê piştî min hevoka pêşî "Me bo hebûnê şer kir. Baş e, evqas jiyanên ku qediyane, çi ne? Ez di bin bandora hevokê de mam min fehm kir kū divê kû pirtûk bê xwendin Lîlav di zimanê kurdî de tê wateya ava ku ji helandina berfê dertê, yanî ava biharê ya zelal û hênik. Nivîskar ev nav ne tenê wekî navekî fîzîkî, lê wekî metaforekê bi kar aniye. Çîrokên di pirtûkê de mîna lîlavê ne; carinan sar û cemidî ne (ji ber rastiyên jiyanê yên giran), carinan jî wekî mizgîniya biharê hênikahî û hêviyê didin dilê mirov. Nivîskar vê pirtûkê de şêwazeke gelekî kurt, fersendî (mînîmalîst) û helbestî bi kar tîne. Çîrokên wî dirêj nabin; bi çend hevokan an bi rûpelekê dikare cîhaneke mezin bide avakirin. Ev yek di diyalogên pirtûkê de jî xwe dide nîşandan. Wekî ku di pişt pirtûkê de jî tê gotin, dema ku jê tê pirsîn "Çima helbest û çîrokên xwe wisa kin kin dinivîsî?", ew dibêje: "Mirin li ber deriyê me teva ye. Ez naxwazim yek helbest û çîrok jî di nîvî de bimîne." Ev bersiv bi xwe jixwe felsefeya pirtûkê û leza jiyanê ya di nav sînorên mirinê de nîşan dide. Zimanê pirtûkê kurdiyeke şirîn, herikbar û zelal e. Nivîskar ferhengoka deverê (Batman û derdora wê) û rîtma zimanê axaftinê pir baş di nav hunera çîrokê de bikaranîye Pirtûk rasterast ji dilê civakê û jiyana rojane pêk tê Di pirtûkê de mirov rastî gelek mijaran tê Evîn û Hesret Têkiliyên di navbera mirovan de, evînên ku di nîvî de mane û hesreta demên berê. Şer, Wendabûn û Êş Bandora şer û rewşa psîkolojîk a li ser civakê, trawmayên ku mirov di jiyana rojane de dikişînin. Rastiya Jiyana Bajêe Hevrikiya mirovê nûjen a bi bajêr re, tenêbûn û hewldana hebûnê . Karakterên pirtûkê ne
LîlavWeysel Tirpan · Avesta Yayınları · 201634 okunma
Bi min hawara kurdî û kurdayetiyê ye! Ne ya Dîcleyê ye!
Puan vermedi·754 syf.··
2025 7. kitabı
·
25 günde okudu
·
Okunma: 13 Aralık 2025 05:02
Ji xwe hewce nake ez qala şêwe û şayesandina romanê, lehengan û rêkûpêkiya rêsîna bûyeran bikim. Çewtê lehengê me, Biroyê Dengbêj, her çi qas dixwest bibe hosteyê deng û gotinan lê jiyan rê neda vê daxwaz û xewnê, nivîskarê me yê gewre Dirêj ku bûye hosteyê nivîs û vegotinê di romanê de vê hostetiya xwe çi di hevokên xwe yên xurt lê sivik, bi zimanê xwe yê ku zimanê malê ye, baş dide der. Mesele ne ev e ji xwe ev roman heke bi vê awayê hêsan were nirxandin, ev ê bibe heqeret bo keda wî. Ji xwe, çi di navê pirtûkê çi jî bi bûyera ku hibijartiye û çi jî bi zimanê ku nivîsandiye de jî diyar dibe ku mabesta pirtûkê ew e ku em bidin pey rastî û şaşiyên xwe û wan ji hev baş veqetînin û li ser wan bifikirin. Wek tecrûbeyên neteweyî werine nirxandin û ders ji wan werin wergirtin. Şerê mîr li gel Osmaniyan(Tirkan) û paşî şerê wî yê li dijî wan û şerên Yêzdînşêr li gel Osmaniyan û paşî li dijî wan. Dîroka ku di dawiya romanê de wek dîroka ku tim dubare dibe tê nirxandin, divê bibin aqil û ders, hiş û bîr ji bo me. Wek di romanê de jî Dirêj gelek caran bi dubareyan û bi israr dibêje û gazin jê dike ku em tu carî nafikirin û aqil nagirin ji vê dîroka ku dubare dibe, di dawiyê de Dirêj bêyî ku fikirandin û tecrûbe kirina bûyerê û ders wergirtina ji romanê ji me re bihêle (ez bawer im hingê Dirêj dizane ku em ê rast nenirxînin û keda wî dê berhewa biçe) ew bi xwe ders û aqilê ku divê em ji berhemê bigirin, kite bi kite ji me re vedibêje û tim dubare dike. Niha yanî sal 2025 e. Kes û kesayetên ku em wan nas dikin wek pêşeng jî di nav de em wek civak jî heman in. Dirêj ku di dawiya romanê de me hildida li erdê dixe heke îro binivîsanda dê dîsa ve sosretiya me ya îro ku ne me dîroka xwe nas kiriye ne me dijminên xwe nas kiriye û ne jî di asta ku em bikaribin bibêji erê baş e, xwedî li
Kurdî
Hawara DîcleyêMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20163,880 okunma
Reklam
Reîs Remezan
10/10
·80 syf.··
2025 16. kitabı
Kêm pirtûkên wisa hene ez dibêjime qey. Bi ewqas rûpelên hindik, ewqas şêweyek xweş, bike ku ti heman demê de biqedînî û di bin bandora wê de bisekinî. Kêm pirtûk hene mijarek ewqas nas, mijarek ewqas di nav jîyana mirov de bi tarzek li gor xwe, ji xwendevanên xwe re rave bike û mirov di nav derya pirsan de bihêle. Ev çîroka Reîs Remezan bû, çîroka bavê min bû, çîroka min bû, çîroka te bû, çîroka me teva bû. Belê mirov gava dixwîne herî pêşî sîyasetvan dikevine hişê mirov. Lê mirov piçek difikire ku lehengê çîrokê ew bi xwe ye, lê bi navê Reîs Remezan hatiye binav kirin. Gava min xwend desthilatdarîya bavê min û li ser me kete bîra min. A rastî ez hêjî nikarim di nav van mijaran de zêde bigihîjime ramanekê. Çima em wisa nin? çima desthilatdarî wekî ku nivîskar jî dibêje mirov mexrûr(kurre) dike.? Çima bavê min dixwaze ez jî wekî wî bim? çima ez jî dixwazîm birayê min wekî min be? Çima em dixwazin em tenê nebin? Çima em dixwazin zêde bibin?... Nizam Diçûm û têm li xwe dinihêrim di nav min de Reîs Remezanek tenê nîne, çend heb Reîs Remezan hene. Reîs Remezan'ek di nav xwe de dikujim, ez lê dinihêrim Reîs Remazen'ek din di nav min de xuliqîye. Kulikê Reîs Remezan davêjim ji serê xwê, paşîyê dibînim ku kulikê Reîs Remezan'ek din di serê min de ye û min hişk girtîye ku ba nefirîne, baran şil neke.. Mirov dikare kirasê Reîs Remezan'an tune bike?, yan jî miorv dikeve kirasê Reîs Remezan lê mirov dikare kirasek din lê zêde neke? Dîsa nizam. Mirov dikare gelek pirsên wisa bike. Sûda herî zêde ji vê pirtûkê min sitand jî ev bû ku, min di nav van pirsan de hişt. Min di hundirê xwe de kir nav tasewêsan. Lê pirsa mezin a di hişê min de cih girtîye ev e: Reîs Remezanê pêşî kî bû? (Em Reîs Remezan'ên kê/kî ne? )
Kurdî
Reîs Remezan(ekan)Ferhad Pîrbal · Avesta Basın Yayın · 201535 okunma
Roniya Çavê Edebiyatê: Çîroka Mînîmal
Puan vermedi·168 syf.··
2024 127. kitabı
·
5 günde okudu
·
Okunma: 28 Ekim 2024 22:46
"Cama paca min hejiya, ji gurmîniya xûnavê ku ji pela şîn ket ser axa şil." Merheba. We niha çîrokek xwend. Belê belê çîrok. Erê wîîî, ji hevokekî pêk tê. Ma nabe? Çima fîl jî difirin?! :) Di serdema teknolojî, takekesî û lezgînîyê da her tişt bi bayê bezê diqewime, belav dibe û bi heman bezê tê jibîrkirin. Saet heman saet e, lê dem têra kesî nake. Ti tişt nîn e ku li ber vî bayî nekeve, her wiha edebiyat jî; lewra wextê kesî tune ye ku rûnê, nivîsên dûdirêj bixwîne. Wek tê zanîn, ji nûjenîyê alternatîfên cihêreng dizên, edebiyata me jî serê xwe danî, jê ra alternatîfeke qerqaş bû: çîroka mînîmal. Çîroka mînîmal di dawiya sedsala bîstan da derketiye û di nav demeke kurt da li edebiyata cîhanê (têgeheke derew) belav bûye. Nivîskarên wek Edgar Allan Poe, Alice Munro, Julio Cortazar, Flannery O'Connor û hwd. ku her yek ji wan bi kurteçîrokên xwe va têne zanîn, serê xwe zêdetir bi çîroka mînîmal va êşandine. Ev cureya çîrokê dibe ku ji hevokekî jî pêk bê (wek me li jorê jî nîşan da), dibe ku rûpelekî tije bike, lêbelê ti armanca wê tune ye ji bo xwîneran. Ne dixwaze şîretan li me bike, ne dixwaze behsa rêzebûyeran bike, ne serî heye ne jî binî :) ew rasterast dixwaze bi herî kêm peyvan ve gelek tiştan ji me ra vebêje, tesîreke tîr li ser me bihêle; wextê me negire lê me ji xwendinê jî bêpar nehêle. Dibe ku ji we hin kes bibêjin em çima nabêjin kurteçîrok, mînîmal çi ye îjaa filan bêvan. Kurteçîrok bi xwe teqabilê "short story" dike, lê tişta ku em behs dikin "short-short story" ye, ango ji kurteçîrokê jî kurtetir, çîroka herî kurt e. Ev berhema li ber destê me jî mînaka vê cureyê ye, bi temamî ji çîrokên mînîmal pêk tê; çîrokên ku ji yek hevokekî pêk tên jî hene, yên ji rûpelekî zêdetir jî. Her çiqas ez çîrokên tê da zêde serkeftî nebînim jî, ev berhem ked e, ceribandin e,
LîlavWeysel Tirpan · Avesta Yayınları · 201634 okunma
10/10
·336 syf.·
2024 10. kitabı
Naskirineke derengmayî ...... Min Qurana xwe dît :)) Furuğ Ferruhzad Baweriyê Bînin Em Bi Destpêka Demsala Sar vegere bi min re vegere bi min re vegere ser destpêka cism ser hêlîna bêhndar a yek avikê ser lehzeya ku ji te afirîm vegere bi min re ez nîvco mamê ji te aniha kevok ser lûtkeyên memikên min bask vedidin aniha li nav qozeya lêvên min perperokên ramûsanê diponijin ser fikra fîrarê aniha mihraba laşê min amade ye bo sicdeya evînê bihêle di penageha şevê de ducanî bim ji heyvê bihêle da tijî bim bi dilopên piçûk ên baranê bi qelbên hîn negihîştine kamiliyê bihêle da tijî bim belki evîna min bibe dergûş bo welidîna Îsayekî din
Baweriyê Bînin Em Bi Destpêka Demsala SarFuruğ Ferruhzad · Avesta Yayınları · 202115 okunma
8/10
·106 syf.··
2023 7. kitabı
·
8 günde okudu
·
Okunma: 10 Nisan 2023 03:16
DI QIJALKÊ DE XWEHEYÎKIRIN Fewzî bîlge Qijalkê ji xwe ra dike navgîn û hijê xwendevanên xwe bi romana xwe a modern di nav sê zeman û gelek sîyan de dertîxe rewîtîyeke kûr û kurt. Bi xwe jî ne dikare Qijalkê bi çargavkî bibezîne ne jî dikare hikim li ser zeman , ziman û sîyan bike . Li qeraxa Gola Hazarê , li navbera dar û sîyan de , li bin hîva çardeşevî , çavekî wî li Qijakê , çava din li hîv û dar û zeman e Navê qerekterê romanê tun e, navê Qijalkê jî, lê em ji romanê fam dikin ku qerekter mêr ; qijalk jî mê ye .. ji xwe tu giringîya vê yekê jî nîn e bi min , her wekî A. Camus jî di romana xwe a Bîyanî de gotî “ dayê mir nizanim îro bû , belkî jî doh bû “ Qijalk ne tenê qerekter û rêhevalê qerekterî me a sereke ye , heman demê demjimêr e , pîvan e û seata şeşan a şiyar kirina qerekterê me a sereke ye … lê alarm ew tenê nîne ; trêna şeşan a ku li vir re derbas dibe jî heye , trên tenê heye , ji bilî wê tişteke peywira wê nîn e … dema piştê trên derbas dibe qijalk “ qajeqaj“ dike, dîsa qerekterê me tikûtenê ye “ bi qasî Rilke tikî tenê me” (rp12).. Fewzî Bîlge , dixwaze qerekterê xwe ji qelebalixê bişo û tenê bihêle , piştê vê yekê jî dixwaze qerekterê xwe ji nû ve ava bike . Avakirina yekem jî “ xweheyîkirin e” … “ Xweheyikirin , xwestina jîyaneke heta hetayê ye, rakirina sînorên hemû zemanan e” ( rp,17) … lê dê vê yekê çawa bike ? Ji aliyeke din ve jî ji pênasekirinê aciz e , “ pênasekirina hinek tiştan bi qasî pênasekirina Xwedê zehmet e û ji ber ku pênasekirin her tiştî bi sînor dike , meriv neke çêtir e” (rp, 34) Di meseleya pênasekirinê de nêrînên J. Sartre a di derheqê “ xweheyînkirinê” dihîne bîra xwendevanan lê dê çawa xwe ji xwe û ji “sîya nemîrên hemû zemanan “ bişo û xwe ji nûve ava bike ? Kengê hewl dide ku “xweheyî” bike
QijalkFewzî Bîlge · Lîs Yayınları · 202012 okunma
Reklam