Marx dema ku sosyalîstên utopîk, feodal, dêrî (church socialism) û hwd rexne dikir, sosyalîstên humanîst jî rexne dikir. Ji ber ku ew jî "mirovatî"yê radikin jora têkoşîna çînê. Çima xelet e? Çimkî gorî Marx zilm û zordarîya ku herî zêde, herî mezin, herî bi bandor, herî hişk û gelemper, ango nakokîya herî bingehîn ji ber sedema çînîyê ve tê. Di înternasyonala yekemîn de dirûşmeya wan a ewilî "Hemû mirov birayê hev in" (All Men are Brothers) bû; Marx li hemberî vê yekê derket û dêvla vêya "Hemû proleterên cihanê, bibin yek!" pêşnîyar kiribû. Ne ji ber jinan nahewîne (çimkî tenê Men û Brothers heye) ji ber ku dema ku mere dibêje hemû mirov, bûrjûvazî jî nav de ye, vêya jî ji bo wî nayê pejirandin. Loma divê mere ji zemîna çînîyê ve rabe (Martin Cohen 2006). Hannah Arendt jî dibêje ku heger tu ji ber Cihûbûna xwe zilma dibînî, divê tu wekî Cihûyekî li hemberî vê yekê bisekinî, ne wekî hemwelatîya dinyayê yan jî mafparêzekî mirovahîyê.
Nexwe, gelo Kurd zilma herî mezin ji ber ku feqîrin, ji ber ku proleter in, ango ji ber sedemên çînîyê dikşînin? Nexêr. Ji ber Kurd in, ji ber rasteqînîya Kurd û Kurdistanê, rasteqînîya netew û niştimanîya xwe ve zilma mezin dibînin. Dibe ku dewletên împeryalîst, wekî Brîtanya dewletên dagirker ava kiribe, ne girîng e. Em nikarin têkevin berxwedana tunekirina împeryalîstên mezin, bila vêya jî bimîne ji şoreşgerên di welatên împeryal de dijîn; çimkî pirsgirêka me, 'acîlîyetê' dihewîne. Nexwe divê Kurd jî ji zemîna netewî û niştimanî ve rabin. Em dikarin li ser zemîna xwe situnên sosyalîzmê, liberalîzmê, femînîzm û herwekîdinîzmê deynin lê divê zemîn yan jî 'banî' tekoşîna rizgarîya neteweyî be. Steve Biko jî rizgarîya neteweyî wekî kategorîyekî ji ên din ve cuda nirxandibû. Fûad Onen jî werê (Ayrılıkçı Yazılar 2).
Ango pirsgirêka erd û