Celadet Beg, neviyê Mîr, li bilûrê guhdarî dike û difikire û bi hedîka “ werin” dibêje; heş û bîr, deng û pêjn, bîranîn, bîranînên jîneke pere gende werin, werin dora min, ew dibêje. Rojên zarokiya min a germ ku niha bûne siya min, hûn werin. Kiziltoprak, Moda, Kadikoy, Cağaloğlu, Pera, Galata, Cadeyî Kebîr hûn werin. Bîrên cihe yên qedera min, bîra bexçê mamê min Bedrî Paşa, bîra mala Kiziltoprakê, ya pansiyona Cağaloğluyê, yên Munîxê, yên Safter û Bedirxan, ya mala kekê min Sureya, yên Bêrûd, Şam û Helebê, yên ku niha nayên bîra min, hûn werin, hemû werin. Şehrîban, Saadet Abla, Canan, Monika, yên din ên şevên ronî û geş ên Stembol, Munîx, Parîs, Bêrûd û Şamê, hûn werin. Rûşen, pîrika min, Rûşen, bermalî û hevriya jîna min, hûn werin. Amojna Stî, Madam Stella, metên min, beg û banû, madam û musyoyên ku niha nayên bîra min, hûn werin. Mamên min, pismamên min, hûn werin. Safter, Sureya, birayên min ên gorbehîşt ku li diyarên xerîb radizên, hûn werin. Bavo, hîm û stûna bingehîn a bîranînên min, bavê min ê ruhşad ku li welatekî xerîb dinive, tu were. Dayê, Meziyet, çi dibe hûn werin, ji Stembolê siwar bin û werin. Heval û dostên min ên mirî û kuştî, hûn werin. Hûn hemû bi hev re, ji gor û tirbê, war û şûnên xwe ra bin û werin nik min, nik bapîrê min Mîr Bedirxan û ji min re bibêjin ka Celadet Alî Bedirxan kî ye... Ez ketime bextê we, werin û bibêjin.