bi çiya ketim lo apo, çiya melûlbûn rebeno
ceh seridîn lo apo, genim hûrbûn evdalo
qimil hati lo apo, bi refaye rebeno
xwar genimi lo apo, hiştî gîya rebeno
hat qimil lo apo, li zozana lo apo
xwar genimî me xezana lo apo
ro hatîbû lo apo, wexta dana lo apo
pez herekî lo apo, ser şivana rebeno
çar kulekên me man apo, li ser gûhana rebeno.
Li tengala çiyayên bêdar tovên evînê dihatine çandin
Keçikên nûciwan ji hemla dayîkên xwe dadiketin nava beyarên nivînên mêrên kotî
Xortên çeleng li zeviya eşqê paletiya zêmarên dayîkan dikirin
Zelîxayê zulfên xwe bi ba dikir ji bo kurê xwe yî li xerîbiyê
Mendo bi dasokeke ko cehê ezmên diçinand li geliyê wan çiyayan
Kalên yextiyar li ber malên wêran şîn girêdidan bi pîrejinên zêmarok re
Daweta xwînê li naverasta gundên min dihate gerandin ji hêla gewendeyên rîdirêjên jehrperest
Guliyên heftê salî ji kêlên goran re dibûn bûkanî
Qizqereçiyên serdestên min li koşkên kurdistana min bûbûn xanimên dest bi hine û çav bi kil
Bizdanokên teres nikarin rola wêrekiyê bilîzin lê dibin kujerên zarokên min
Piştî ku em qederekê derin, ez cehê xwe derdixim û heb bi heb bi teyrê xwe didim xwarin. Bi zorê dadiqurtîne. Teyrê min î tawis bi xwarina her hebê re çavên wî fire dibe, hêsir dike û li min dinere.
A ku ew dixwe ne ceh e, êşa min e.🦚
❗"Her zilletin elbette bir izzet var içinde
Seyret çeh-i Ken’ân’ı ne devlet var içinde"
(Her zorluğun içinde elbet bir izzet, bir kolaylık vardır. Kenan ilinde kuyuya atılan Yusuf (a.s) oradan çıkıp Mısır'a sultan oldu.)
🍁